Balafirên Rûs bombe li gundên Efrînê yên dagirkirî barandin

Balafirên Rûs bombe li nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundên Basilê û Beradê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin. Dewleta Tirk jî beşek ji leşkerên xwe ji gundê Basilê vekişand.

Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwe ji bo hevdîtina Soçiyê ya 29'ê Îlonê amade dike, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de aloziya li ser Idlibê zêde bû. Balafirên Rûs rojên dawî li çeteyên dewleta Tirk dixin ên li Cebel Zaviye ya Idlibê, başûrê Idlibê û bejahiya Lazkiyeyê. 2 roj in jî li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji hewayê li nuqteyên çeteyan dixin.

Balafirên Rûs ji doh ve li Şêrawa ya Efrînê dixin ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wan ve dagirkirî ye. Li gundê Basilê 4-5 caran êrişên hewayî hate kirin. Îro serê sibehê saet di 06:30'î de balafirên Rûs li baregeheke dewleta Tirk û nuqteyên komên çete yên Cephe Şamiye û Tumena Hamza yên li gundê Basilê xistin.

Balafirên Rûs îro derdora saet 09:30'î de du caran êrişên hewayî bir ser bundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Ev gund jî mîna Basilê 3.5 sal in ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî ye.

Hate ragihandin ku êriş li dijî çeteyên Ahrar Al Sham hatiye kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku balafirên Rûs li gundê Basilê ne li baregeha Tirk lê belê li nuqteyên komên çete xistine. Tê gotin, dewleta Tirk piştî êrişên hewayî beşek ji leşkerên xwe ji gund vekişandiye.

Têkildarî lêdanên li gundên Basilê û Beradê hîn agahiyek bi dest neketiye. Tê gotin, çeteyên li van herdu gundan ketine alarmê.

Her wiha gundên Basilê û Bêradê nuqteyên dawî yên dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ye û qadên sînorê rêveberiya xweser e. Tirkiyeyê beriya çend mehan çeteyên Heyet Tahrîr Şam li van herêman bi cih kiribû.