Balafirên keşfê li esmanên Şengalê digerin

Ji seatên êvarî ve liv û tevgerek zêde ya balafirên şer û keşfê li ser esmanê Şengalê heye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin îro di seatên êvarî de liv û tevgerek zêde ya balafirên şer û keşfê li ser esmanê Şengalê heye.

Ev liv û tevgera balafirên şer û keşfê piştî pîrozbahiya bi coş a 8’ê Adarê hate destpêkirin.

Tevgera balafirên şer û keşfê li ser esmanê Şengalê berdewame, her wiha nayê zanîn bê ka ev balafirên şer û keşfê aîdî kîjan welatî ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê ya di navbera Bexda-PDK’ê de ya li ser Şengalê heta niha hewl tê dayîn ku ev peymana ku hatiye îmzekirin bikeve meryetê. Li dijî vê jî xelkê Şengalê ev 97 roj in bi dirûşma ‘Em hemû Asayîşin’ li navenda Şengalê di çalakiyê de ne.