Balafirên artêşa Tirk Amediyê bombebaran kir
Balafirên artêşa Tirk a dagirker dola Sergelê ya navçeya Amediyê bombebaran kir.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker dola Sergelê ya navçeya Amediyê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, îro 2 caran balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker dola Sergelê ya navçeya Amediyê ya herêma Behdînan ku ser bi Herêmên Parastina Medya ye, bombebaran kir.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker di serê sibê de carek bombebaran kir û di seat 13:30’an de jî carek din herêm bombebaran kir.
Heta niha encamên bombebaranê nehatine bidestxistin. Lê lebê agir bi cihê ku hatî bombebaran ketiye.