Bajarokê Gunkirî wê 31’ê Adarê bêjin ‘HDP’

Xelkê bajarokê Gunkiri yê navçeya Norşîn a Bedlîsê xwe amade dikin ku 31’ê Adarê dengê xwe bidin ‘HDP’.

Li bajarokê Gunkirî yê navçeya Norşin a Bedlîsê bi salan tevî zext û zoriyên dijmin ên bûyîna sîxûr û cerdevaniyê di hilbijartina dawî de HDP’ê 60 ji sedî deng bidestxistibû. Li bajarok her ku diçe eleqeya ji bo HDP’ê mezintir dibe û tê payîn ku 31’ê Adarê şaredariya bajarok bidestbixe.

Li bajarok 5 hezar hilbijêr hene û piranî Kurd lê dijîn. Li bajarokê ku 100 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hebûna xwe parastiye tenê zimanê Kurdî tê axaftin.

HDP di hilbijartina xwecihî ya 2014’an de 370 deng girt, di encama tifaqa AKP û DP’ê de DP’ê şaredarî bi dest xist. Piştî hilbijartinê namzetê DP’ê tevlî AKP’ê bibû. Xelkê Gunkirî di referandûmê de gotibû “NA”, di hibijartina 7’ê Hezîran, 1’ê Mijdar û 24’ê Hezîranê de HDP di hilbijartina giştî re sedî 60 deng bidestxistibû û li bajarok partiya yekem bû.

‘BI PÊŞNIYARÊN GEL RE EM Ê RÊVE BIBIN’

Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Gunkirî Hamza Ozkan ji ANF’ê re axivî.

Ozkan wiha got; “Bi wesîleya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku weke referandûma demokrasiyê em lê dinêrin teahûdnameya ku me eşkere kirî têgiha rêveberiya bajarokê Gunkirî dide nîşandan. Civînên meclîsa şaredarî, rûsipiyên bajarok, nûnerên ciwan û jinan, nûnerên xwendekaran, melayên mizgeftê, nûnerên taxan, nûnerên rêxsitinên civaka sivîl û bi beşdarbûan keyeyan em ê ji gel re vekirî bikin. Dema ku em serketin û rêveberî me bi dest xsit em ê pêşniyarên hemû hemwelatiyan û rexneyan esas bigrin û kar bikin.”

‘BAWERIYA ME HEYE KU EM Ê SERBIKEVIN’

Namzetê hevşaredariya Gunkirî yê HDP’yî Hamza Ozkan wiha dawî li gotinên xwe anî; “Baweriya me heye ku gelê me wê dengê xwe bide partiya xwe. Em ê bi HDP’ê re destpêkekê pêk bînin ku herî kêm 1600 dengan bigrin. Tiştên ku serokê şaredariyê ji duh heta îro nekirî em ê bikin. Baweriya me heye ku em ê serbikevin. Em ji niha de spasiya gelê xwe dikin. Ji namzetên din ser serketinê dixwazim û bihêvî me ku wê hilbijartinekî demokratîk bibe.”