'Azadiya Rêber Apo, berpirsyariya dîrokî ya me hemûyan e'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Rêwar Awdanan têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan axivî û got, "Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, berpirsyariya dîrokî ya me hemûyan e."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan axivî û got, "Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, berpirsyariya dîrokî ya me hemûyan e." Awdanan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan wê li herêmê ji bo hemû kesên ku ji bo azadî, demokrasî, edalet û aştiyê têdikoşin bibe serfirazî.

Awdanan got, "Rêber Apo beriya her tiştî bi felsefe, fikr û ramana xwe zincîrên koletiyê yên gelê Kurd şikand. Têkoşîna gelê Kurd li herêmê bû felsefeya azadiyê ya gelan. Mînaka vêya ya herî şênber Şoreşa Rojava ye. Tişta ku hêzên dagirker qebûl nakin ev e."

'LI SER ÎRADEYA SIYASÎ YA GELEKÎ TECRÎD TÊ KIRIN'

Awdanan got ku, "Yên ku li hemberî felsefeya Ocalan nikarin têbikoşin, êrîşî çavkaniya vê felsefeyê dikin. Êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, êrîş û tehdîdên li ser Rojava û dagirkeriya li ser Başûr hemû parçeyekî şerê li dijî felsefeya Rêber Apo ye. Êrîşên dewleta Tirk, israra şikandina îradeya gelê Kurd e. Ev êrîş li dijî Rêber Apo tê kirin. Ji ber ku Rêber Apo îradeya siyasî ya gelekî ye."

LI HEMBERÎ TASFIYEYÊ ISRARA BERXWEDANÊ

Awdanan diyar kir heta ku dewlet di tasfiye û îmhayê de israr bike wê Ocalan jî di berxwedanê de israr bike û got, "Rêber Apo li hemberî hemû êrîşan di berxwedaneke mezin de ye. Ev berxwedan 19 sal in bênavber li Îmraliyê didome. Dewleta Tirk heta ku di tasfiye û îmhayê de israr bike wê Rêber Apo jî di berxwedanê de israr bike."

'GELÊ KURD WÊ DEV JI OCALAN BERNEDE'

Awdanan destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî dev ji Ocalan bernede û got, "Xewn û xeyalên dewleta Tirk an jî hêzên din ên li pişt tecrîdê, wê ji holê rabin. Ji ber ku Rêber Apo mirovekî nû afirand. Êdî gelê Kurd paşeroja xwe di şexsê Rêber Apo de dibîne. Ev gelê ku berî sed salî hate înkarkirin, welatê wê hate parçekirin, ziman û çanda wê hate qedexekirin û li ber mirinê bû, bi felsefe û têkoşîna Rêber Apo ji nû ve zindî bû û gihîşt asta heyî. Têkoşîna vî gelî qedera herêmê diyar dike."

'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE'

Awdanan got, "Gelê Kurd êdî azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibîne. Azadiya Rêber Apo jî weke azadiya xwe dibîne" û wiha dewam kir: "Beriya çend salan me dikarîbû ev yek ji bo gelê Kurd bigota. Lê belê ev êdî ji gelê Kurd jî bihurî ye û ji bo hemû gelên herêmê derbas dibe. Ji ber ku gelên herêmê jî vê dibînin. Di serî de li Rojava, îro hemû gelên li kêleka gelê Kurd têdikoşin, baş pê zanin ku felsefeya ev yek afirandiye felsefeya Rêber Apo ye."

'WEZÎFEYA DÎROKÎ YA LI SER MILÊ ME HEMÛYAN'

Awdanan bi bîr xist, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan, wezîfeyeke dîrokî ye li ser milê her kesî û got, "Eger mirovekî temamiya jiyana xwe daye azadî, aştî, wekhevî û edaletê û li ser bingeha neteweya demokratîk ev yek ji bo hemû gelên herêmê kiribe, hingî li pêşberî wî berpirsyariyên me jî hene. Azadiya Rêber Apo wê ne tenê azadiya gelê Kurd be, her wiha wê serketina gel û her hêza li herêmê ji bo van nirxên mezin têdikoşin be."