Avci: AKP û MHP’ê wê têk biçin

Namzetê HDP’ê yê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku AKP û MHP bi gefan dixwaze bi ser bikeve lê ew ê di 31’ê Adarê de têk biçin.

Namzetê HDP’ê yê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci xebatên hilbijartinê û pêvajoya siyasî nirxand.

Avci diyar kir ku li Wanê 652 hezar û 809 kes wê deng bidin û got ku “Ji 24’ê Hezîranê û vir ve li Wanê 12 hezar û 877 hilbijêr zêde bûne. Ji bo ku em xwe bigihînin hemû hilbijêran li 13 navçeyên me xebatên namzetên me didomin. Armanca me ev e ku em hemû navçeyên Wanê û şaredariya bajarê mezin a Wanê bi dest bixin. Di xebatên me yên hilbijartinê zextên dewletê li ser mîtîng, buro û xebatkarên me didome. Dema ku em konvoyê diçin navçeyan pêşiya konvoya me tê birîn û me didin rawestandin.”

Avci diyar kir ku gelê Wanê 65-70 ji sedî dengê xwe daye HDP’ê û partiya wan 3 serdeman li Wanê şaredarî bi dest xistiye.  Avci got ku “Lê piştre şaredariyên me hatin xespkirin. Bi xespkirina qeyûman re şaredarî yên ku malên gel bûn, bi bariyerên beton dora wê hatiye girtin û bûne wekî qereqolan. Di têketinên şaredariyê de cîhazên X-Rayê hatiye û polîs li ber derî ne.”

Avci diyar kir dema ku wan hin şaredarî bi dest xistin li gelek navçeyan rê, av û kanalîzasyon tunebû û got ku “Sermesele li hin taxên Payîzavayê heta sala 2014’an kanalîzasyon tunebû. Piştî ku me şaredarî bi dest xist, li wan taxan kanalîzasyon hate çêkirin. Piştî ku em werin ser kar, gelek proje hene ku em ê wan têxin pratîkê. Hin proje hene hevşaredarê me yê bajarê mezin ê Wanê Bekîr Kaya dest pê kiribû lê nîvî mabû. Em ê van projeyên nîvî mane, bigihînin serî.”

Avci diyar kir ku xeyala wî ev e ku ew Gola Wanê biparêzin û peravê wê hêşîn bikin.  Avci got ku “Armanca me ev e ku em li ber Gola wanê akademiyên zanist, çand û hunerê ava bikin û bajarê xwe bikin bajarê çand û huner û ronakbîriyê. Ji ber ku Wan malovanî ji Hûrî, Ûrartû û Medan re kiriye. Gele împaratoriyan ji bo Wanê bi dest bixin, şerên mezin kirine. Wan a ku dîroka wê digihêje Beriya Zayînê 5000’an, xwedîlêderketina dewlemendiya wê ya çandî girîng e.”

Avci bal kişand ser vî tiştî ku Erdogan û AKP ji ber ku dizanin ew ê têk biçin êdî qala jidestderketina dahatûya welat dikin û got ku “Ji ber ku ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê tu malzemeyên wan ê mexdûriyetê nemaye niha jî qala beka û jidestderketina dahatûya welat dikin. Li vî welatê pirsgirêke bekayê tune, ya Erdogan û Bahçelî heye. Ji ber ku ew ji têkçûnê ditirsin, ketine nav fikaran. Em HDP, em partiya Kurd, Tirk, Ereb, Laz, Çerkez, Rûm û Ermenan in. Li Wanê jî bi vê referansê ew ê deriyê me ji hemû gel û netewe û bîr û baweriyan re vekirî be. Ji hemû beş û aliyên Wanê endamên me yên meclîsê hene, me ji bo wan kontenjan diyar kirine.”