Aştî bi têkoşînê tê bidestxistin

Gotara Endamê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Mûstafa Karasû a ku di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin…

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derbas bû. Piştî kuştina bi milyonan mirovên di şerê cîhanê yê duyemîn de, pêdiviya rojeke wisa ava bûye. Hesreta aştiyê ya mirovayetiyê bi hezaran salan didome.

Hesretek heye ku her roj bila di nav aştiyê de derbas bibe.

Aştî peyveke gelekî bedew û xweşik e. Lê li cîhaneke ku desthilatdarî, dewlet, mêtingerî, qirkirin û pêkutî hebe aştî ne hêsan e. Bi xwestina aştiyê re aştî nayê. Bêyî têkoşîn aştî nayê, heke mirov wisa bifikire wê xwe bixapîne. Nêzikbûna bi vî rengî temenê dagirkeran dirêj dike. Li ser navê aştiyê pasîfîzekirina civakê, bi kêrî dijminên aştiyê tê. Ji ber vê jî avakirina feraseta ku wê aştî bi têkoşînê were, peywira sereke ya aştîxwazan e.

Li Tirkiyeyê û Kurdistanê têgeha aştiyê şaş hate fêmkirin. Ev jî têkoşînê qels dike. Mêtingeran sûd ji vê girtin û ji bo şerekî tund xwe amade kirin. Herî zêde kesên ku dibêjin qey wê aştî bêyî têkoşînê were, ji şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyar in. Ji ber ku Dewleta Tirk a mêtinger nas nakin, ketine nav xwexapandineke bi vî rengî. Êrîşên piştî 7’ê Hezîranê piçekî be jî ev kes hişyar kiriye.  Gelekî zelal tê dîtin ku bêyî têkoşînê demokrasî û aştî nayê.

Li Kurdistanê şaşfêmkirina aştiyê û têkoşîna di şertên hêsan de, tê wateya qutbûna ji ser rastiya Kurdistanê. Li Kurdistanê bêyî têkoşîneke zehmet mirov nikare gavekê jî biavêje. Li Kurdistanê qanûna jiyana azad û demokratîk, têkoşîna di şertên zehmet de ye. Ji xeynî vêya tu şêwe nikare awayê şoreşa Kurdistanê derxe holê. Bêyî fêmkirina awayê şoreşa Kurdistanê mirov nikare tu tiştekî bi dest bixe. Li Kurdistanê aştî bi têkoşîna şertên dijwar tê bidestxistin.

PKK’ê ji ber ku awayê şoreşa Kurdistanê fêm kir, di demeke kurt de xurt bû. Li Zindana Amedê di şexsê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de girtiyan li ber xwe dane û awayê şoreşa Kurdistanê diyar kirine û bi awayê herî şênber derxistine holê.

Hevdîtinên di pêvajoya ku şer tunebû de yên bi Rêber Apo baş nehatiye fêmkirin û ev tişt bûye sedema dûrketina ji awayê şoreşa Kurdistanê. Ji ber têkoşîna di şertên dijwar de, pêşveçûnên mezin hatine jiyîn. Ligel ku ev rastî li vir e, hevdîtinên li Îmraliyê şaş hatiye fêmkirin. Rêber Apo di vê pêvajoyê de ya ku şer tunebû, xwestibû civak di her warî de were rêxistinkirin. Bi taybetî qada siyasî û çîna navîn a civakî ketine wê bendewariyê ku wê di hevdîtinan de çareserî çêbibe û ev tişt teyisandine ser gel jî. Xwexapandin û xeflet li cihekî, civak ji têkoşîn û şoreşa Kurdistanê dûr xistine û xisar dane têkoşîna azadiyê.

Îro girtina bi deh hezaran kesên ku di nav wan de parlementer, şaredar û endamên meclîsê hene, encama vê xwexapandinê ye.  Ji dêvila têkoşînê berê xwe dan bendewariya ji desthilatdariyê û têkoşîna demokrasî û azadiyê qels kirine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê sûd ji vî tiştî girt û bi deh hezaran kes avêt zindanê. Heke îro parlementer û hevşaredar di zindanan de bin, para xwexapandina wan jî heye. Kurdistan û civak ji bo şertên giran ji têkoşînê re amade nekirine, Tevgera Azadiyê jî ji bo tevdîra van xwexapandinê bigire têr nekiriye. Pêre jî faşîzmê êrîş kiriye û bi hezaran siyasetmedarên demokratîk avêtine zindanê.

Desthilatdariya AKP’ê yan ew ê doza Kurdan çareser bikira yan jî wê êrîşî Tevgera Azadiyê bikira. Ji ber ku polîtîkaya AKP’ê ya çareseriyê tunebû, êrîş kir. Bi sedan sal in jî wisa ye. Dema ku di nav gelê Kurd de hema tiştekî biçûk çêbûye, zilm li gel hatiye kirin û pêşengên Kurdan hatine îdamkirin. Rêber Apo ji ber ku ev tişt didît, her carê hêzên demokratîk û Tevgera Azadiyê hişyar dikir. Lê tê dîtin ku li gorî van hişyariyan nehatiye tevgerîn. Li hemberî êrîşên dijmin, amadekarî nehatiye kirin. Ji ber ku Mûtabakata Dolmabahçeyê hatibû redkirin, wê êrîş bikirina.

Heta ku li Kurdistanê feraseta qirker neyê şikandin wê aştî neyê Kurdistan û Tirkiyeyê. Ne pêkan e ku mirov ji feraseteke wisa, aştiyê bixwaze. Bêyî têkoşîneke xurt Tirkiye demokratîk nabe. Bêyî têkoşîna hevpar ne çareserî çêdibe û ne jî aştî tê. Bendewariya ji desthilatdariyê ya ku ew ê aştiyê bîne, tê wateya ku mirov stûyê xwe bide ber kêra faşîzmê. Mirov ji faşîzmê bendewariyan nake, mirov li dijî faşîzmê têdikoşe. Aştî jî bi têkoşînê tê.

Feraseta herî xerab a aştiyê ev e ku, mirov bibêje aştî wê bêyî têkoşîn were. Vê nêzikbûna li aştiyê dike ku şer dirêjtir bidome. Kî aştiyê dixwaze û dixwaze şer bi dawî bibe, divê zêdetir beşdarî têkoşîna azadî û demokrasiyê bibe. Rêya aştiyê, geşkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.