Aslan: Eger arasteyî Rêbertî bibin, em ê malikê li wan xera bikin

Ji fermandarên HPG'ê Aslan got, "Eger bi rengekî cuda berê xwe bidin Rêberê me, ciwan û gelê Kurd, bi taybetî jî milîtanên Rêbertî wê cîhanê bi serê wan ve birûxînin."

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji sala 2011'an û vir ve dewam dike. Li dijî tecrîdê, li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin. Tevî vê yekê, dewleta Tirk îdamê dixe rojevê.

Yek ji fermandarên HPG'ê Yûsûf Aslan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

'DIXWAZIN ME HÎNÎ JIYANA BÊ RÊBERTÎ BIKIN'

Aslan got, "armanca sereke ya tecrîdê, qutkirina Rêbertî ji civaka Kurd e" û bibîr xist, tecrîd rêbazeke ku serdest gelekî bi kar tînin.

Aslan diyar kir, bi rêya tecrîdê hewl didin civakê bê rêbertî bihêlin û got, "Ev yek rêbazeke emperyalîzm û lîberalîzmê ye. Te hînî jiyana bê rêbertî dkiin. Dixwaze bêje, 'Tu dikare bê rêbertî, bêyî dîtina pêşiya xwe bimeşe... Mirov dikare bêyî civakê bijî, mirov dikare bi serê xwe, bi xwe bijî'. Lê belê têkoşîna me li dijî vê ye."

'XETA ME YA SOR E'

Aslan destnîşan kir, îro li Rojhilata Navîn, yekane îdeolojiya li dijî faşîzma DAIŞ û AKP'ê, neteweperestiya MHP'ê, pavşerûtiya cîhanê û kapîtalîzma global disekine, îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd e û got, "Rêbertî ne tenê ji bo civaka Kurd, ji bo tevahiya civakên cîhanê têdikoşe. Ji bo nirxên însanî û çandî têdikoşe. Ji bo hemû gelên bindest têdikoşe. Rêbertî nîşanî her kesî da ku jiyanek bêyî civakîbûnê nabe."

Aslan ragihand, dijmin hewl dide bi rêya tecrîdê Rêbertî ji tevgera azadiyê qut bike û got, "Armanca bingehîn a ku li ser me ferz dike, jiyana bê rêbertî ye. Her kes û em jî baş dizanin, weke kadroyên vê îdeolojiyê, yek pirsgirêkeke me heye: Jiyana bêyî Rêbertî nabe. Rêbertî ji bo me xeta sor e. Rêbertî hem garantiya şer e hem jî ya aştiyê ye. Yê em afirandiye, Rêbertî ye."

'EM LI HER DERÊ TÊDIKOŞIN'

Aslan destnîşan kir, ku ew ê bi çalakiyên bi her rêbazî bersivê bidin tecrîdê û wiha dewam kir:

"Li dijî vê tecrîdê, weke endamekî HPG'ê em vê sîstemê ti carî qebûl nakin. Yên ku tecrîd afirandine, sermayedar, artêş û polîsên wan e. Wê çalakiyên herî tund bên kirin, ji xwe tên kirin. Divê tecrîd ne tenê weke pêkhatin an jî pêknehatina hevdîtinê bê dîtin. Yanî di dema pêkhatina hevdîtinê de jî tecrîd li ser Rêbertî hebû. Bi rêya tecrîdê dixwazin ji aliyê fîzîkî, ruhî û fikrî ve Rêbertî tine bikin. Li dijî vê yekê divê li her qadê têkoşîn were meşandin. Her mirovekî Kurd, jin, ciwan û milîtan, li ku dibe bila bibe, divê li dijî tecrîdê têbikoşe. Lazim e ev neyê jibîrkirin; eger em têkoşîna xwe sist bikin, dijmin wê hê bêhtir êrîş bike. Pêwîste em ji her alî ve mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Weke ciwan, divê em hîn bêhtir tevlî bibin, çalakî û serhildana xwe derxin asta herî bliind. Ji aliyê ramanî ve jî bi her awayî divê em şer bikin. Ji ya ji destê me tê bêhtir divê em bikin. Ji ber ku şert û mercên Rojhilata Navîn û cîhanê guncaw e."

'EM Ê MALIKÊ LI WAN XERA BIKIN'

Aslan bibîr xist, ku Erdogan di vê demê de gelek caran îdamê dixe rojevê û got, "Di dema referandûmê de ev yek gelek caran anî ziman. Vê yekê ji bo çavê me bitirsîne, pêşî li têkoşîna me bigire, dike.

Dixwazin bêjin, 'zêde bi ser me ve neyên, hûn zêde çalakiyan bikin, binere Rêberê me di destê me de ye, em ê darve bikin'. Bi vê yekê gefê li me dixwin. Hewl didin bi vê yekê pêşî li têkoşîna tevgera me bigirin, biçûk bikin û marjînal bikin. Eger nêzîkatiyeke bi awayekî cuda li Rêberê me bê kirin, weke ciwan û gelê Kurd, bi taybetî weke milîtanên Rêbertî, em ê malikê li wan xera bikin. Em ji bo vê hene, em ê cîhanê li wan biherimînin. Her kes jî bi vê dizane. Em şoreşek bê Rêbertî naxwazin. Eger şoreşê pêk were, divê bi Rêbertî be. Eger şoreşekê pêk were divê ev bi îdeolojîk, raman, pîvan û şêweyê jiyanê yê Rêbertî be. Nêrînên Rêbertî gerdûnî ne, em hene ji bo nêrînên Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bikin. Em Kurdê berê nînin. PKK'ê mirovên Kurd hişyar kiriye, zane kiriye, wêrek kiriye. Armanca bingehîn a  AKP'ê ew e ku hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan bide avakirin. Bi tinehesibandina Kurdan dixwaze desthilatdariya xwe ava bike... Divê ev yek baş were zanîn; wê nikaribe tevgera PKK'ê tine bike û xwe bide jiyîn. Bi tecrîd û îdamê nêrînên mirovan tine nabin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna xwe xurt bikin û bi ser bixînin."