Komek welatiyên ku xwestin êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan saet protesto bikin, saet 18:00’an li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêr kom bûn. Lê asayîşa PDK’ê rê neda vê û êrîşî çalakvanan kirin.
Hate ragihandin ku ji çalakvanan bavê Şehîd Başûr Mam Hadî, çalakvanê siyasî Hawrê Kurdî, Hevserokê Tevgera Azadî Eyup Hamîd, Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Hewlêr Savan Sîrwan, Endamê Mekteba Siiyasî ya Hîzba Şûî Hîwa Umer û hevjîna wî, endamê Hîzbî Şûî mamoste Mexdîd, gelek endamê Hîzbî Şûî û 7 welatiyên Bakurê Kurdistanê ku navê wan nehate zanîn bi giştî 45 kes hatine destgîrkirin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Hîzbî Şûî Hîwa Umer ku bi xwe destgîrkiriye bi rêya telefonê ji navenda polîsan ragihand ku 45 kes ku jin jî di nav de li Navenda Polîsan a Bextiyarî ya Hewlêrê tên ragirtin.