BI DÎMEN

Artêşa Tirk û çeteyan êrîşî gundên Minbicê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê, êrîşe gundên rojava û başurê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berisva êrîşan dan û şerên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Gorhîko, Holaşh û Xalîde ku bi 29 km dikevin başur û rojavayî Minbicê, dikin Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşê dan û li herêmê şerên dijwar diqewimin.

Di dema êrîşa artêşa Tirk de, hemwext çeteyên DAIŞ`ê jî êrîşî gundê Mesterîhe û Cedîde ku 20 km dikevin başurê Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li vir jî berisva êrîşan dan û şer derket.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de ya li ser gundan, gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 5 çeteyan jî ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

Şerê li rojava û başrûê Minbicê hê jî didome.