Artêşa Tirk neçar ma ji Bermizê vekişe

Artêşa Tirk neçar ma ku ji gundê Bermizê vekişe û dagirkeriya xwe li derdora gund û giran jî didomîne.

Hate ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker a ku di 31’ê Gulanê de tevî wesayîtên zirxî ketibû navçeya Bermizê ya herêma Sîdekanê ya bi ser Diyanaya Hewlêrê, ji ber nerazîbûnên gelê Başûr û çalakiyên gerîlayan, ji Bermizê vekişiyaye. Li girên Sîro û Lêlikanê jî artêşa Tirk dagirkeriya xwe didomîne.

Berpirsê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî got, “Endamên Artêşa Tirk ên ku hatibûn gundê Bermizê, gund vala kiribûn û kiribûn biryargeha xwe.”

Çelebî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji gelê Bermizê alîkarî xwestiye û got “Ji ber ku gel daxwaza alîkariyê red kir, artêşa Tirk ji gundê Bermizê derket.”

DAGIRKERIYA LI SER GIRAN DIDOME

Saloxdêrên ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Bermizê vekişiyaye lê li girên Kanîreş, Girê gundê Bermizê, Gubete, Sîro û Lêlkanê dagirkeriya xwe didomîne.

Saloxdêrên ji herêmê diyar kirin ku ji ber nerazîbûna gel û parlementeran û ji ber çalakiyên gerîlayan ên li dijî leşkerên Tirk, artêşa Tirk a dagirker vekişiyaye. Hate diyarkirin ku çalakiyên gerîlayan ji bo gel bûye moralekî baş.