Artêşa Tirk li Tendûrekê têk çû!

Artêşa Tirk li Tendûrekê operasyon da destpêkirin lê belê rastî bersiva tund a gerîlayan hat. Li gorî agahiyên destpêkê 4 leşkerên Tirk û cerdevanek hatin kuştin.

Operasyona ku artêşa Tirk li çiyayê Tendûrekê yê li navbera navçeya Bazîd a Agirî û Ebax a Wanê daye destpêkirin didome. Piştî operasyona ku bi tevlîbûna cerdevanan hat destpêkirin şerê dijwar derket. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 leşkerên Tirk û cerdevanek hatin kuştin. Herî kêm 6 leşker jî birîndar bûn.

Lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêdetir in.

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyên zelal nehatin bi destxistin, lê belê şerê ku doh sibehê destpekir didome.

ŞEMZÎNAN

Nûçeyek şer jî ji Şemzînanê hat. Li Navçeya Colemêrg Şemzînanê şer derket û leşkerekî Tirk hat kuştin.

HPG’ê heta niha derbarê şer û operasyonên li van herêman daxuyanî nedaye.