Di çarçoveya pêngava çalakiyên gerîlayan lidar xistin de, wesayîtekî zirxî û dozerek hatiye derbkirin, 15 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nivîskî da, ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî lerşkerên artêşa Tirk ên li navçeya Çelê û Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakî lidar xistine.
Hêzên me yên ku bi qasî 2 rojan leşkerên li Herêma Xapûşka ya girêdayî Şemzînanê ji bo qereqolên dagirker rê çêdikirin xistine bin kontrolê, 14’ê Hezîranên saet 07:00’an, li vir çalakiyek hêzên me lidar xistin. Hêzên me hemwext girên ewlekarî yên li gir û çeperên dijmin kirine hedef.
Di vê çalakiya hêzên me lidar xistin de, wesayîtekî akrep û dozer hatiye derbkirin, bi qasî hatiye zelalkirin jî 11 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi wesayîtên zirxî ve kuştî û birîndarê xwe ji qadê dûr xistine.
13’ê Hezîranê saet 09:00’an, hêzên me li dijî leşekerên artêşa Tirk a li Girê Sîvrî yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn, rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistine. Bi qasî hatî zelalkirin di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan derdorî xwe bi ketober gulebaran kiriye.
14’ê Hezîranê saet 10:30’an, hêzên me li dijî nîzamiyeya Qereqola Şikêr a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî hatiye zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.”