Artêşa Tirk gundên ku dorpêç kirî, topbaran dike

Operasyoan artêşa Tirk a ku bi tevlîbûna hezar leşkeran li Amed û navçeya Çewlîg Dara Hênê dayî destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de bejahiya herêmê ketûber hat topbaran kirin.

Operasyona artêşa Tirk a bi tevlîbûna 10 hezar leşker, polîs û jendermeyan a li navçeyên Amedê, Licê, Hezro, Pasûr, Karaz, Pîran, Hênê û navçeya Çewlîg Dara Hênê dayî destpêkirin 15 roj li pey xwe hişt. Bi sedan gundên ku dikevin navbera van navçeyan de hatine dorpêçkirin.

Welatiyên herêmê ku ji Dihaberê re axivîn wiha gotin: "Leşkerên ku derketine operasyonê ji me re ragihandin ku wê demekê li vir bimînin. Leşker desûr nadin ku em ji mal derbikevin û ji ber vê sedemê ji zeviyên çandî û sewalên me bê av mane û zevî hişk dibin, sewal ji dernakevin çêrê."

Welatiyan diyar kirin ku di ketina gund de mewzî hatine kolan û bi keviran rê li trafîkê hatiye girtin. Di rewşekî lezgîn de leşker destûr didin ku derbasî merkeza navçeyê bibin.

BEJAHÎ KETÛBER TÊ BOMBEBARANKIRIN

Hat diyarkirin ku operasyon di navbera Licê û Dara Hênê de berfireh bûye, hat gotin ku bejahiya navçeyan bê ser û ber tê bombekirin. Ji hêla din ve tevgereke zêde ya helîkopteran li herêmê tê dîtin, rêya di navbera Licê-Hênê û Licê-Amedê de tevgereke zêde ya maşîneyên zirxî heye.

Yekîneyên taybet ên dem dem rêya Amed-Çewligê digirin, maşîneyan didin rawestanin û lêgerînê pêk tînin.