Artêşa Tirk bombe li şehîdgeh û gundên li Başûr barand
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Seferî û Golika yên ser bi navçeya Amediye ya bajarê Duhokê barandine.
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Seferî û Golika yên ser bi navçeya Amediye ya bajarê Duhokê barandine.
Li gorî daxuyaniya HPG'ê, bomberdûman duh bi şev saet di navbera 01.00-01:30 de hatiye kirin. HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên Tirk her wiha bombe li Şehîdgeha Metîna barandine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê mijarê ev agahî dan:
"Roja 14'ê Çileyê saet di navbera 01:00-01:30 de balafirên şer ên TC derdora gundê Golika û malên li gundê Seferî yên navçeya Amediye ya bajarê Duhokê barandin. Di bomberdûmanê de li gundê Seferî 2 xanî bi temamî rûxiyan û zerar li xaniyên din, dehl û rezan bûye. Saet di navbera 01:00-01:30 û 04:30-05:00 de balafirên şer bombe li derdora şehîdgeha li herêma Metîna barand. Ji ber vê bomberdûmanê zerar li şehîdgehê bûye.
Artêşa Tirk ku di şerê xwe yê qirêj de sînoran nas nake, bi êrîşa li dijî gorên gerîlayên me yên şehîd bûne, careke din rûyê xwe yê namerdî raxistiye pêş çavan. Cihê van êrîşên li dijî gundan di hiqûqa şer de nîne. Divê were zanîn, em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin."