Artêşa Tirk bombe li nêzî navendeke PDK'ê barand

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de benzînxaneyeke ya Amêdiyê ya nêzîkî navenda 18’an a Partiya Demokrat a Kurdistan bomberdûman kir.

Di saetên êvrarî de balafirên şer ên Tirk benzînxaneya Amdêdiyê ya nêzî navenda 18’an a Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) a li ser rêya Serkinêwan a Dihokê bombebaran kir. Di encama bomberdûmanê de  benzînxane û rê bi tevahî hatiye xirakirin.

Piştî bombebaran welatiyên herêmê li cihê bûyerê nerazîbûna xwe li dijî bomberdûmanê diyar kirin.

Balafirên şer hemwext li gel bombekirina benzînxaneyê rêya Aşkê Dirê ya bajarokê Kanê ya girêdayî Amdêiyê û derdorî wê jî bombe kir.

Bomberdûman pir nêzî jingehên welatiyên sivîl pêk hatin, ziyaneke mezin gihiştiye rê.