Artêşa Tirk bê navber xwezaya Kurdistanê dişewitîne
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li Zapê şewat derket û ev du roj in dewam dike.
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li Zapê şewat derket û ev du roj in dewam dike.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 25'ê Tebaxê bombe li herêma Saca ya Zapê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket û ev du roj in dewam dike. Şewat kêlî bi kêlî dorfireh dibe û beşeke mezin a dehl û rezên gundiyan şewitîn.