BI DÎMEN

Arjîn Dersîm: Gelê Kurdistanê divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet hişyar be

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm diyar kir ku divê gelê Kurdistanê li hemberî şerê taybet hişyar be û got, "Ji bo têkbirina polîtîkayên şerê taybet, divê jin û ciwan xwe zane bikin."

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk.

Arjîn Dersîm anî ziman ku polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a li ser tevgera azadiyê ya Kurd, civak û gelan dewam dike û got, "Polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ji aliyê hikumeta AKP-MHP'ê û Erdogan ve tê meşandin. Dewleta Tirk ji dîrokê û vir ve hewl dide îradeya gelan hemûyan ên li hemberî xwe radibe, bişikîne. Dewleta Tirk ku bi milyonan mirov qetil kir, bi esasî rêbaza şerê taybet bi kar tîne. Di polîtîkayên şerê taybet de bi taybetî êrîş li civakê tê kirin. Qirkirina çandî dike, ji jiyana exlaqî, civakî dûr dixîne. Dîroka dewleta Tirk bi darbeyan dagirtî ye. Heta vê rojê bi vî rengî hatiye.

Li dijî gelên Ermen, Asûrî, gelên Anatoliyê komkujiyên mezin kiriye. Mînak, Seyîd Riza bi rêbaza şerê taybet dîl hate girtin. Dewleta Tirk tevî hemû êrîşan nikarîbû Dersîmê dagir bike, ji ber vê yekê jî serî li rêbazên qirêj da û li Dersîmê komkujî kir. Yên ku nikare wan bi rêbazên şerê taybet qetil bike, asîmîle dike, ji cewhera wan dûr dixîne. Piştî darbeya 12'ê Îlonê ji bo tasfiyeikrina tevgera me rêxistinên JÎTEM, Kontrgerîlla, Hîzbûlkontra bi destê dewletê hatin avakirin û di çarçoveya şerê taybet de hatin bikaranîn. Piştî sala 2002'an desthilatdariya AKP'ê û Erdogan bi berpirsyariya polîtîkayên şerê taybet rabû. Niha jî AKP-MHP li hemberî Rêbertî, tevgera me û gelê me rêbazên şerê taybet bi kar tîne.

Yê ku niha şerê taybet dimeşîne Erdogan bi xwe ye. Di sala 2002'an de bi hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) AKP û Erdogan bûn desthilatdar. AKP ji bo projeya mezin a Rojhilata Navîn a Emerîkayê pêk bîne, li desthilatdariyê hate bicihkirin. Polîtîkayên Emerîkayê bi destê Erdogan li Rojhilata Navîn bi cih têne anîn. Erdogan zane ku heta rola jê re hatiye dayin bi cih bîne wê ji aliyê Emerîkayê ve li ser desthilatdariyê bê hiştin. Di dîroka dewleta Tirk de li ser mijara şerê taybet yekî weke Erdogan bûye pispor nîne. Ji medyayê heta artêşê, qadên çand û hunerê li her derê ji aliyê AKP-MHP'ê ve rêbazên şerê taybet têne bikaranîn. Erdogan li dijî civakê, gelê Kurd, tevgera me hemû derfetên xwe bi kar tîne û şerê taybet dimeşîne.

Di bin serweriya Erdogan de medya Tirk şer sor dike. Medya ku di çarçoveya şerê taybet de tê bikaranîn, serxwebûna xwe bi temamî ji dest daye. Yên ku hewl didin rojnamevaniya serbixwe bikin ya têne girtin, yan bi rengekî kiryar nediyar ji aliyê rejîma şerê taybet ve têne kuştin. Îro dema Erdogan diaxive, ti qenal weşaneke cuda nikare bike, ji ber ku bi serê xwe nîne. Lewma Erdogan çiqasî biaxive, çi propagandayê bike, çiqasî reklaman bike neçar in biweşînin. Di hemû qenalan de AKP-MHP û Erdogan hene."

Arjîn Dersîm anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk bi şênberî raxist pêş çavan û got, "Yê ku herî zêde li dijî vê dewletê û vê rejîma AKP'ê şer dike Rêbertî ye; ji ber vê yekê bi rêbazên wan ên şerê taybet baş zane. Rêbazên şerê taybet ji aliyê Rêbertî, tevgera me û gelê me ve heta astekê hatin têkbirin. Polîtîkayên şerê taybet herî zêde li dijî jin û ciwanan têne meşandin. Ji bikaranîna madeyan heta bi fûhûş, kuştina jinan, polîtîkayên dejenerekirinê herî zêde şerê taybet li dijî jin û ciwanan têne bikaranîn. Ji bo polîtîkayên şerê taybet bi temamî bêne têkbirin, bi taybetî ciwan divê xwe perwerde û zane bikin. Di nava civakê de divê kesekî bêrêxistin nemîne, her kes xwe nas bike û nebe hevparê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk. Li ser vê bingehê divê zarok, ciwan xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin."