Areş Sadiqî: Xetîreya azadiyê berdêlê dixwaze

Areş Sadiqî ji bo çalakgerên girêva birçîbûnê yên li girtîgeha Recayî Şar û raya giştî ya Îranê nameyeke bi navê "Xetîreya Azadiyê berdêlan dixwaze" nameyek nivîsî. Sadiqî rewş weke "rizîbûna pîvanên sincê" pênase kir.

Girêva birçîbûnê ya 18 girtiyên siyasî  yên li Girtîgeha Recayî Şar a Kereç a Îranê ku li dijî êşkenceyê û miemeleya nebaş dane destpêkirin berdewam dike, Areş Sadiqî ku di heman girtîgehê de ye ji bo raya giştî dinyayê û ji bo girtiyên siyasî yên di çalakiyê de nameyek nivîsî.

Nameya Areş Sadiqî ya bi navê ‘’Xetîreya azadiyê berdêlê dixwaze’ wiha ye:

‘’Min bihîst ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Recayî Şar ji beşa bi nimroya 12’an birine beşa bi nimroya 10’an. Li beşa 10’an ku 40 kamera lê hene her cure zext, êşkence bi asta herî giran tê jiyîn. Li dijî vê 18 girtiyên siyasî dest bi girêa birçîbûnê kirin.

Piştî ku girtiyan dest bi girêva birçîbûnê kirin êşkence li wan hate kirin, dermanê wan ji wan hate standin. Li gel ku 20 roj di ser grêvê re çûne jî hê jî dermanê wan nadin wan. Ev tiştên ku têne jiyîn ne rewşeke nû ye. 17’ê Nîsana 2014’an jî tiştekî wiha bûbû. Li vir divê em vekirî bibêjin ku li pey vê kirinê hîseke tolhildanê ya hovane heye.

Zindan û girtîgeh mîrateyeke wiha ye ku bi mebesta dengê muxalîf bibirin rêveberiyên demokratîk dihêlin. Ev kirinên dijmirovî li deverên cihê yên dinyayê bi geşbûna mafê mirovan her çendî rengê xwe guherandibin jî hê gelek desthilatdarî ji bo ku nerewabûna xwe veşêrin serî li kirinên moda wan derbasbûyî yên beriya bi sedan salan didin.

Mixabin welatên weke Îranê yasa ji bo ku destûrê bidin dîktatoriyê û wê rewa bikin têne kirin. Mînaka vê ya herî berbiçav ew e ku piştî darizandina bi çend deqeyan a mafparêz, dîndar û muxalîfan cezayê giran li wan hate birîn. Rewşeke pir şîlo ye ku welatekî ku bi vê daraz, gef û şantajê tê birêvebirin wê çawa be. Ev nêzîkatî li kîjan pîvanên sincî tên? Nivîsandina li ser vê pir şerm e lê her wiha wêneyê rizîbûna vê pergala desthilatdariya berdest e. Ev nêzîkatiyên ku li dijî rexnekar û muxalîfan nîşaneya xweranegeriya desthilatdariyê ye. Ev kirin ne li yasayên berdest tê û ne jî li hiqûqa şerîetê.

Birayên min ên li zindana Recayî Şar, xetîreya azadî û zanînê ji bo ku tim vêketî be berdêl dixwaze. Bi hêviya dîtina wan rojan ku êrîş li ser nirxên mirovahiyê nebin.’’

Areş Sadiqî / Zindana Recayî Şar, beşa bi nimroya 350 /Tebax 2017.’’

AREŞ SADIQÎ KÎ YE?

Mafparêz Areş Sadiqî ji bo ku hilbijartina 9’ê Tîrmeha 2009’an şermezar kir hate girtin, piştî bi 3 mehan bi kefaletê hate berdan.

Sadiqî 2014’an dîsa hate girtin û piştî 6 mehan bi kefaleteke zêde hate berdan. Piştî ku serbest hate berdan, îstîxbarata Îranê Îtlaatê bi ser mala wan de girt, dayika Sadiqî ji hal çû û mir.

Sadiqî Hezîrana 2016’an dîsa hate girtin û hê jî di girtîgehê de ye. Sadiqî Mijdar 2016’an jhi bo şermezarkirina girtina hevjîna xwe Gulrox Îbrahîmî Îrayî 70 rojî kete girêva birçîbûnê.

ÇALAKIYA LI ZINDANA RECAYÎ ŞAR

18 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Recayî Şar a li Kereçê bi mebesta ku êşkence û şertên nebaş ên girtîgehê şermezar bikin ev 27 roj in di girêva birçîbûnê de ne.

Di nav çalakgeran de girtiyên Kurd Loqman Muradî, Zaynar Muradî jî hene ku rejîma Îranê cezayê îdamê daye wan û her wiha di nav çalakgeran de mafparêz, nûçegihan, xwendekar, nûnerên kêmar û muxalîfan jî hene.

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li rejîma Îranê kir û got, ‘’pêgirê yasayên navnetewî be û destûr bide ku şandeya çavdêr a navnetewî ku seriyekî bide girtiyan.’’

Serdozgerê Tehranê Ebbas Caferî jî wiha bersiv da bangê: ‘’Em ê radestî daxwazên girtiyên di girêvê de nebin.’’