Aqûbeta Pira Demî wê çi be?

Li navçeya Bêgiriyê piştî ku sala 2018'an asfalt li ser Pira Demî ya Dîrokî hate rijandin, biryar hate dayin ku pir ji nû ve bê çêkirin. Bi vê biryarê re fikar hene ku makînayên kar hîn bêhtir zerarê bidin pirê.

Pira Demî ku li navçeya Bêgirî ya Wanê di sedsala 19'an de li ser Çemê Mahî hate çêkirin û gelek gundan bi hev ve girê dide, 17-18 metre bilind e û bi 15.5 metreyan jî dirêj e. Pira ku bi 3 metreyan fireh e, bi bedewiya xwe ya xwezayî yek ji berhemên dîrokî yên Wanê ye. Pira Demî sala 2018'an piştî ku asfalt li ser hate rijandin, ji ber nerazîbûna gel qeyûmê li Bêgiriyê Harûn Yucel daxuyaniyek da û diyar kir ku asfalt wê bê rakirin. Beşek ji asfaltê jê hate birin, lê belê hîn jî beşeke zêde li ser pirê ye.

Desteya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî û Xwezayî par biryar da ku li pirê dest bi karê nûkirinê bike. Şaredariya ku bi destê qeyûm hatiye desteserkirin, ev biryar weke karekî xwe li malpera fermî ya şaredariyê weşand.

HEVŞAREDAR BALKAN: DIVÊ PIR BÊ PARASTIN

Hevşaredara Bêgiriyê ya HDP'î Leyla Balkan a ji wezîfeyê hate dûrxistin diyar kir ku pir ji ber ku di bin kontrola Desteya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî û Xwezayî de ye wan di dema xwe de nekarî têkildarî wê biryarekê werbigirin. Balkan ragihand ku qeyûm diyar kir ku wê beton jê bê rakirin, lê belê ev yek nekirin û got, "Li gel biryara desteyê, qeyûm dixwaze atmosfereke welê biafirîne û bêje 'em dikin'.

Karê ku bê kirin eleqeya xwe bi şaredariyê re nîne. Asfalt hîn jî jê nehatiye birin. Bêyî biryara desteyê nepêkane ku dest bidin wê deverê. Ne bawerim ku li rewşa xwe ya berê vegerînin, asfaltê ji ser rake bes e. Eger makînayên kar di ser pira Demî re derbas bibe wê zerareke mezintir bidin pirê. Divê pir bê parastin û ji bo gel pireke nû bê avakirin."