Amed: Li zindanan em çalakiyên şexsî qebûl nakin

Amed diyar kir ku berxwedana li dijî faşîzmê divê li her cihî be û got, "Lê belê em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku tevgera me rojiya mirinê, greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger yan jî çalakiyên şexsî yên zerarê didin jiyana mirovan, teqez qebûl n

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye‘ ya KCK’ê ji ANF’ê re nirxand.

Gulê Amed diyar kir ku pêngava KCK’ê ya di 12’ê Îlonê de ragihand, wê bibe pêngavek ku serketinê misoger bike, mizgîniya rojên azad ên bi Rêberê Gelê Kurd re dide û ya herî girîng jî nîşan dide ku berxwedêr dikarin bi ser bikevin.

'HEWL DIDIN BI HEZARAN GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN'

Gulê Amed bal kişand ser girîngiya helwest û nêzîkatiya ji bo serketina vê pêngava fînalê ya dîrokî û got, "Faşîzm îro ne tenê li dijî gerîla operasyonên leşkerî dike. Her wiha bi dagirkirina Başûr û Rojava, bi operasyonên qirkirina siyasî yê li dijî HDP’ê nasekine. Li her devera ku ji bo hebûnê berxwedan heye, êrişê dibe ser her kesî. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi kiryarên li dijî mirovahiyê dixwaze îradeya bi hezaran girtiyan teslîm bigire. Her roj di çapemeniyê de tê ragihandin ku li zindanan bi dehan carî mafên mirovan tên binpêkirin. Hema bêjin her kefte girtiyekî nexweş ji ber ku nehatiye tedawîkirin şehîd dibe. Bi kurtasî faşîzm li her qada ku têkoşîn lê tê meşandin êrişî gelê me dike, li zindanan jî bi rengekî hovane êriş dike. Lewma wezîfeya bingehîn a her şoreşgerî ye ku li her deverê li dijî faşîzmê li ber xwe bide. Bi deh hezaran girtiyên li zindanan wê xwedî li vê pêngava berxwedanê ya li dijî faşîzmê derkevin û li gorî hêza xwe tevlî pêngavê bibin."

'TEVGERA ME ÇALAKIYÊN ŞEXSÎ TEQEZ QEBÛL NAKE'

Gulê Amed destnîşan kir ku berxwedana li dijî faşîzmê divê li her cihî hebe, her kes divê xwedî li pêngavê derkeve, ya pêwîst çi be wê bike û got, "Em dixwazin tiştekî bi taybetî destnîşan bikin. Rojiya mirinê, grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger an jî çalakiyên şexsî yên ku zerarê didin jiyana mirovan, ji aliyê tevgera me ve teqez nayên qebûlkirin. Ji bilî van, li her qada zindanê bi rêbaza kolektîf bi her awayî dikare li dijî fşaîzmê li ber xwe bide. Ev yek wê bibe nîşaneya israra wan a ji bo jiyaneke bi rûmet. Berxwedana li dijî faşîzmê bêguman mafê herî rewa ye."

'HERÎ ZÊDE DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN'

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed diyar kir ku hewl tê dayin, her beşa civakê bê fetisandin, bêhn lê bê çikandin û got, "Ji ber vê yekê saziyên rêxistina civakî pêwîste li ser bingeha mezinkirina demokrasiyê, xwe bi rêxistin bikin, li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Divê neyê jibîrkirin ku faşîzm herî zêde ji rêxistinbûna civakî ditirse. Her saziya rêxistinbûyî, her şexsê rêxistinbûyî faşîzmê lawaz dike. Bi kurtasî jehrkuja faşîzmê rêxistinbûna civakî û yekîtiya çalakiyê ye. Li ser vê bingehê îro herî zêde divê rêxistinên civakî yên sivîl xwedî li pêngavê derkevin û ji bo mezinkirin û serxistina pêngavê bi rola xwe rabin. Di rewşeke berevajî de, demokrasî ku hinceta wan a hebûyê ye wê li pêşberî faşîzmê têk biçe, sedema wan a hebûnê wê ji holê rabe."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Gulê Amed diyar kir ku faşîzm djiminê herî mezin ê mirovahiyê ye, sîstema herî hov a dîrokê ye û got, "Dewletên faşîst bi amûrên xwe yên bingehîn; bi neteweperestî, olperestî, bi zayendîperestî, veguherîne jehra herî kujer a ku mirovahiyê tune bikin. Jehrkuja vê jehra dijminê mirovahiyê, rêxistinbûn e, hêrsa li dijî faşîzmê ye, mezinkirina têkoşînê ye. Birêxistinbûna li dora nirxên mirovahiyê ye.

Lewma banga me ya li raya giştî li ser vê bingehê ye. 'Tirkiye ya demokratîk, Kurdistan a azad, yekîtiya Rojhilata Navîn a demokratîk' bi têokşîna li dijî faşîzmê dibe. Li ser vê bingehê divê dengên muxalîf ên civakê hemû li hev bicivin, li dijî faşîzmê eniyeke hevpar ava bikin, têkoşînê mezin bikin. Divê were zanîn, ya ku faşîzmê têk bibe eniya antî faşîst e û berxwedana antî faşîst e."