Amed ji bo Newrozê Amade ye

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir got: “Ji bo 21’ê Adarê hemû amadekariyên Newrozê qediyan e, tedbîr hatine girtin. Bang li gelê xwe dikin ku bi cil û bergên gelerî, bê ku kodên xwe yên HES ji bîr bikin, vedixwînin qadê.”

Kurdistaniyan dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Mîna her salê wê îsal jî 21’ê Adarê bi tevlîbûna sedan hezaran kesî wê Newroz li Amedê bi coş b ê pîrozkirin.

Di Komîteya Amadekar a Newrozê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî cih digirein. Newroza îsal bi sirûda ‘Bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin’ li Parka Newrozê ya Rezanê tê pîrozkirin.

Endamê Komîteya Amadekar Zelal Bîlgîn ragihand ku ji bo Newrozê hemû amadekarî hatine kirin, ji bo vê dixwazin bang bikin berî bikevin qada Newrozê kodê xwe yên HES ji bîr nekin, neçarî ye û got: “Divê hemû gelê me bi kodê xwe yên HES ve werin.”

Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mihemed Bakir diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan girîng e, tê wateya têkoşîna hebûnê. Bakir anî ziman ku Newroz ji bo Kurdan hem cejn e, hem jî sembola berxwedanê ye.

‘HER CÛRE EWLEKARÎ HATIYE GIRTIN’

Bakir destnîşan kir ku sala borî ji ber şewba vîrûsa Koronayê gelê Kurd Newroz pîroz nekiriye û got: “Ji bo wê ye ku enerjiyeke zêde ya gelê me heye. Ji bo wê gelê me dixwaze Newrozeke li ser bingehê azadiylê bi govend û tilîliyan pîroz bikin. Amadekariyên me qediyan e. Dîsa ji bo gelê me yên ji derve bên Newrozê hemû xebatên di bin navê ewlekariyê de qediyane.”

MASKE Û HES KOD NEÇARÎ YE

Bakir li ser tedbîrên li qada Newrozê jî axivî û wiha pêde çû: “Ji bo me ya girîng ewlekariya gelê me yên tevlî Newrozê dibin e. Ewilê divê teduristî baş bê berçavkgirtin. Ji bo wê ji gelê xwe rica dikin; bi ti şêweyî bê maske neyên qadê. Dîsa kodên xwe yên HES ji bîr nekin. 5 deriyên ketina qada Newrozê hene. Em ê li wir bin, kesên bê maske bên em ê masek ji bo wan tedarik bikin. Lê divê dîsa jî her kes bi maske bên. Dîsa wê stantên me yên dezenfektanê jî hebin.”

Bakir bibîr xist ku hemû tedbîrên ewlekariyê girtin e, erka dikeve ser milê wan wê pêk bînin; lê divê welatî jî baldar bin û got: “Em qala sed hezaran mirov dikin. Li ti deverên cîhanê organîzasyonên wiha me zin û girseyî nîne. Ji bo wê bang li gelê xwe dikin ku xwînsar û bi cilûbergên xwe yên Kurdewarî, ranga reng tevlî Newrozê bibin. Em pîrozbahiya Newrozê li ser esasê azadî û cejnê digirin dest. Ji bo vê tevlîbûna her kesê ya li ser vî esasî girîng e. Dema ku li qadê pirsgirêkek derket, divê gelê me xwe bigihînin erdarên li qadê.”