Amed: Bi çirûska Leyla Guven em agirê Newrozê geş bikin

Gerîlayê HPG'ê Xalis Amed Newroz li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in Newroza îsal ji bo gelê me bibe rojeke nû, rojeke serketinê."

Gerîlayê HPG'ê Xalis Amed bi wesîleya Newrozê banga xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê kir.

Amed got, "21'ê Adarê Newrozê di şexsê Rêber Apo de li gelên bindest hemûyan pîroz dikin. Çirûska ku Leyla Guven vêxistiye, wê di meha Adarê de di biharê de ji bo gelê Kurd bibe hêviyeke mezin. Em hêvîdar in ku Newroza îsal ji bo gelê me bibe rojeke nû, rojeke serketinê. Li ser vê bingehê Newrozê li gelên Kurdistanê pîroz dikim. Bang li gelê me dikim ku gelê me li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dakeve qadan û helwesta xwe li dora berxwedana Leyla Guven nîşan bidin. Divê agirê Newrozê bi vî rengî were mezinkirin. Newrozê li gelan pîroz dikim û serketinê ji wan re dixwazim."