'Ji bo avakirina eniyeke demokratîk a gelên Îranê divê têkoşîn bê mezinkirin'

Amed Şaho bal kişand ser krîzên bîrdozî, aborî, siyasî û dîplomatîk ên dewleta Îranê û destnîşan kir ku pirsgirêka nebûna demokrasî û azadiyê pirsgirêka gelên Îranê hemûyan e, lewma pêwîstî bi avakirina eniyeke hevpar a demokratîk heye.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho li ser krîzên heyî yên li Îranê, rêveberiya nû ya Îbrahîm Reîsî û pêwîstiya têkoşîna hevpar a gelên Îranê bi taybetî jî gelê Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

 

'DESTHILATDARIYA NÛ TEPISANDINA GELAN, ZEXT Û TALANKIRIN JI XWE RE KIRIYE BINGEH'

Amed Şaho diyar kir ku desthialtdariya nû ya Îbrahîm Reîsî li Îranê yek ji desthilatdariyên herî bi pirsgirêk a dîroka Îranê ye û got, "Ji ber ku desthilateke wiha li ser kar e, bi giranî pirsgirêk û krîz kûr kiriye, bi taybetî pirsgirêka aborî, jîngeh, jin, demokrasî, ziman, neteweyan û hemû pirsgirêkên ku îro li erdnîgariya Îranê hene, li beramberî wan ti xwestek yan jî hewldaneke desthilat nîne ku wan pirsgirêkan çareser bike. Berevajî vê yekê rejîm ji ber wan zextên ku ji hêla derve û navxweyî li ser heyî, her wiha ji bo ku xwe biparêze û temenê desthilatiya xwe dirêj bike, siyaseta yekdestkariya rejîmê û zêdetir navendgerayî esas girtiye. Tişta ku vê hişmendiya nû ji xwe re kiriye armanc; tepisandina gelan, sêdaredan, kuştin, binpêkirina mafê mirov, wêrankirina jîngeh, talankirina çavkaniyên ser erd û bin erd e. Vê desthilatdariya ev siyaset ji xwe re kiriye bingeh. Diyare ku ew rewşa rejîm di navê de ye ku li gorî pênaseya li ser hebû ya jê re digotin ‘girava aram’, ji vê girava aram dûr ketiye û bi girava ne aram re rû bi rû ye. Ji ber ku ji her aliyê erdnîgariya Îranê serhildanan destpê kiriye, bi pirsgirêkan re rû bi rû ye, nakokî hene, şer heye û Îran bi pêla destwerdanê re rû bi rû bûye; ev rewşa heyî bûye sedem ku siyaseta niha ya li Îranê tê rêvebirin ji bo navçeyê metirsiyeke mezin çêbike. Gefeke mezin li herêmê dixwe. Wate rejîma heyî faşîzm û dîktatoriyê ji xwe re esas digire. Hişmendiya ku li tevahiya civakê serwer dikin eve ku her ferdekê civakê xizmeta desthilat û rejîmê bike, berevajî vê çareseriya aştiyane û demokratîk ji plan û projeyên rejîmê hatine derxistin. Ev yek ji bo hemû gelên navxweyî yên Îranê metirsiyeke mezin çêdike.

Niha di rewşa heyî de bi taybetî erk û berpirsiyartî dikeve ser milê gelê Kurd, ji ber ku gelê Kurd xwedî rêxistineke qawîm e, bi domdarî çalakiyên demokratîk lidar xistiye û ji bo destxistina mafên xwe bi berdewamî têkoşiyaye. Her wiha ji bo ku Îran demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe heya roja me ya îro têkoşîn û xebatên xwe domandiye. Di vê pêvajoya hesas de bê guman careke din erkê dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka gelan, pirsgirêka Kurd dikeve ser milê gelê Kurd. Lewma divê têkoşîna xwe ya rewa û demokratîk ji bo guhertina destûra bingehîn a rejîma dagirker ê Îranê xurttir bike. Pêwîste gelê Kurd girîngî bide çalakiyên xwe yên demokratîk ku dibe zimanê demokrasiyê û li ser vê yekê ku dikarin çareseriya hemû pirsgirêkên gelan li navxweya Îranê pêş bixin tekez bikin. Ji ber ku heya niha gelê Kurd bendewariya desthilat nekiriye û bi derfetên xwe yên têkoşînê û xwedîderketina li şoreşên gelan hewldaye ku mafên rewa û demokratîkên xwe bi dest bixîne. Baweriya me eve ku li gorî dîroka ku gelê Kurd li ser erdnîgariya Îranê tomar kiriye ango di her pêvajoyê de ji bo bi destxistina demokrasî û azadî pêşengî kiriye, di vê qonaxa awarte de jî gelê Kurd dubare dikare bi plan û projeyên xwe yên demokratîk ji pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî, parastin, jin û ciwanan re çareseriyeke demokratîk û mayînde li navxweyî ya Îranê pêş bixîne. Her wiha gelên Îranê jî dikare ji vê projeyê îlham bigire.

'JIN Û CIWANAN ALA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ CAREKE DIN HILDANE'

Di têkoşîna gelên Îranê de eger em carekê berê xwe bidin dîroka 1979’an, emê bibînin ku li wir ji bo têkoşîna bi destxistina mafên xwe û sîstema demokratîk, jin û ciwanan pêşengiya şoreşa 1979’an kir, lê piştre ji aliyê komekî elît ê çekdar weke Sipahê Pasdaran yanî jî ew kesên girêdayî rejîma desthilat a Îranê ne ew şoreş hate desteserkirin û piştre jin û ciwan hatin dûr xistin. Li gorî hişmendiya ku li ser vê erdnîgariyê serwer kirinî, pêkhateya ku herî zêde bi tepisandinê re rû bi rû hatine hiştin pêkhateyên jin û ciwan in. Ji ber vê yekê îro herî zêde jin û ciwan têniyê azadî û demokrasiyê ne û têniyê vê yekê ne ku bigihîjin mafê xwe yê rewa. Karakterê her du pêkhateyan jî welê ye ku careke din zilm û zorî, hejarî, wan pirsgirêkên civakî yên heyî û rastiya tehl a li holê heyî qebûl nakin. Binêrin di her pêvajoyeke dîrokê de li zanîngehan, ku niha em nêzî salroja ‘roja xwendevanan’ dibin; temaşe bikin di her qonaxê de jin û ciwan li dijî vê rejîmê sekinîne. Tirsekê wan ji girtin û kuştin û heta êşkenceya ku ji aliyê desthilatdaran ve tê kirin nîne, ji ber ku bi domdarî û bi coş parastina nasname û gelên xwe kirine. Bi taybetî di van 4 salên dawî de careke din jin û ciwan ala geşkirina demokrasî û azadî di nava Îranê de hilgirtine, ji ber ku yên esas çalakî pêk bînin in. Her wiha pêkhateyeke azadîxwaz û demokrasîxwaz e. Wate zimanê demokrasiyê ligel vê pêkhateyê bi berdewamî li hemberî top û tank û çekên rejîma dagirker a Îranê hatiye aktîvkirin. Bê guman ev rêbazê têkoşînê jî serkeftî bûye. Îro em dîsa dibînin ku li navxweya Îranê dayikan ku weke sêgoşeya Dayikên Xaweran û Dayikên Aştiyê yên di nava Kurdan de pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re dikin û xwepêşandanên Dayikêm Aban (Îlon-Cotmeh sala 2019’an) û yan jî yên li Îranê faîl mechûl in; têkoşîna ku îro bi pêşengiya wan tê rêvebirin yan jî bi pêşengiya ciwanan ku weke mînak niha li Zayenderûd a bajarê Îsfehanê û li hemû bajarên Îranê wek Îsfehan, Yezd, Kirmaşan, Sine û tevahî bajaran xwepêşandanên demokratîk tên kirin, nîşan dide ku pêşengiya wê jin û ciwan dikin.

'DIVÊ PÊKHATE BAWERIYÊ BI HÊZA XWE BÎNE, PIŞTA XWE NESPÊRE HÊZÊN BIYANÎ'

Bê guman ew pêşengî û têkoşîn têra ku guhertineke bingehîn di nav Îranê de pêk bîne nake, lewma pêwîste ew pêşengî û têkoşîn radîkaltir û bihêztir bibe, ew pêkhate baweriya wan bi hêza cewherî û felsefeyeke têkoşînê hebe û pişta xwe bi ti awayî bi hêzên biyanî û aliyekê ve girê bide; tenê dikarin pişta xwe bi hêza xwe germ bikin û bi vî rengî dikarin rejîma ku îro enerjiya şoreşa demokratîk talan dike yan jî hinardeyê welatên derve dike, bi dayina revandina wan, wana hinardeyê derve dike; bi vê têkoşîna rewa ku me behs kirî dikarin pêşiya vê yekê bigirin û wan enerjî û nerazîbûna ku garantiya şoreşê ye, têkoşîna xwe ya demokratîk li dijî ew rejîma xwînmêj, talanker û dagirker geştir û xurttir bikin."

GIRÎNGIYA XWEDÎDERKETINA LI PKK'Ê Û RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

Amed Şaho axaftina xwe wiha dewam kir:

"Îro em behsa vê yekê dikin ku li Kurdistanê konseptek ya bi navê qirkirina gelê Kurd û nasnameyan tê ferzkirin, bê guman ev konsepteke navnetewî ye ku li dijî Kurdan birêve diçe, wate em dibînin ku konsepta heyî ji sala 1999’an bi destgîrkirina Rêber Apo destpêkir û heya roja îro li dijî gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê birêve diçe. Lewre bi qenaeta me îro gelek aliyên siyasî û hêz li Kurdistanê li hemberî wan hêzên ku vê konseptê birêve dibin têkoşîneke mezin û berfireh didin ku bi taybetî îro ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêşengiya Rêber Apo û gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî navenda qirkirina Kurdan, li dijî NATO û ew hêzên ku îro vî konseptî li ser Kurd birêve dibin berxwedaneke bê hempa dikin û roleke dîrokî dilîzin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî erkeke dîrokî dikeve ser milê hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û ewên ku îro nûnertiya gelan û gelê Kurd dikin, her wiha pêşengiyê ji projeyekî demokratîk dikin. Di vê rewşê de erk û berpirsiyartiya wan ewe ku pêwîste li dijî rejîma dagirker, rejîma şerê taybet, rejîma qirker a li dijî Kurdan, têkoşîna demokratîk a xwe mezintir bikin, pêwîste hewlbidin di nava Kurdan de yekîtî û hevgirtinê zêdetir bibe û bi taybetî di vê pêvajoya dîrokî de, yê ku bi rengekî kirdeyî li hemberî wan navendan di nav şerekî nebinketî de ye PKK ye û pêwîste her kes û aliyek ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê têkoşîna xwe zêdetir bike. Pêwîste xwedî li PKK û Rêber Apo derkeve û zextê li dagirkeran bike da ku deriyên Îmraliyê bê şkandin û pêwîste derfetê ku Rêber Apo bikaribe ji bo çareserkirina wan krîzên ku mirovatî îro hem li Kurdistan, hem Rojhilata Navîn û hem li cîhanê pêre rû bi rû bûye bê avakirin da ku Rêber Apo bikaribe di çareserkirina wan de xwedî rol be û berpirsiyartiyê xwe yê dîrokî bilîze.

'DESTKETIYÊN KURDAN BI YEKGIRTINA LI NAVA MALA KURDAN DIKARIN BÊNE PARASTIN'

Em li dijî hişmendiya ku îro pirsgirêka Kurd tenê bi beşekê Kurdistanê ve sînordar dikin, dijî hişmendiya ku dewleta Tirk wek dijminê Kurd nahesibîne ne. Pêwîste gelê Kurd jî li hemberî vê hişmendiyê bisekine. Pêwîste ji tu aliyeke Kurdan re qebûl neke ku îro ji bo berjewendiya hizbî û ya teng ê malbatiya xwe pirsgirêka Kurd, demokrasî û azadiyê bike qurbanê berjevendiyên xwe. Ji lewre di qenaeta me de bê guman li Rojhilatê Kurdistanê jî pirsgirêka Kurd heye û nabe ku vê ji pirsgirêka Kurd a li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê qut bigirin dest. Ji ber ku îro pirsgirêka Kurd li her beşek ê Kurdistanê pir aloze û plan û konseptek cuda li ser her beşekê Kurdistanê heye; rejîma dagirker ê Îranê jî li rex heman plan û projeyê li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî heman projeyî birêve dibe. Bi taybetî îro ku em jî wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), wek partiyeke siyasî û bîrdozî li saheya xebata li Îranê têdikoşîn, em dibînin ku bi mohra terorê me terorîze dike û têkoşîna gelê Kurd ne rewa dihesibîne. Bi lêxistina etîketa terorê li ser rêxistinên civaka sivîl, kesayetên azadîxwaz, çalakvanên jin û sivîl pêşî li têkoşîna demokratîk a rewa ya gelê Kurd digire û nahêle ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane çareser bibe. Ji ber wê jî em tenê dikarin bi yekgirtina nav mala Kurd a giştî re ligel aliyên Kurdî xwedî li destketiyên gelê Kurd bikin û li her beşê Kurdistanê dikarîn pirsgirêka Kurd di asta cîhanî de çareser bikin. Ji ber ku rewş û defeta ku niha çêbûye derfetekî zêrîn e ji bo gelê Kurd. Pêwîste her ferdekê Kurd, rêxistin, hêz û aliyekî siyasî yê Kurd yên her beşa Kurdistanê ji bo ku pirsgirêka Kurd bigihîje armanc û gelê Kurd serketinê garantî bike, divê bi erkê dîrokî, wijdanî û exlaqiyê xwe bizane û rabe ser pêyan.

'REJÎMA ÎRANÊ KETIYE NAVA KRÎZÊN BÎRDOZÎ, MEZHEBÎ, SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK'

Gelên Îranê bi hatina ser desthilatê ya Îbrahîm Reîsî re peyameke eşkere dan vê desthilat ango ew rejîm ji aliyê gelan ve ne rewa ye û gel qebûl nake; ji ber ku ew rejîm bi darê zorê hatiye ser desthilat her wiha ji ber ku rêjeya tevlêbûna gel ya hilbijartinê pir kêm bûye. Ya diyar û li ber çav e ewe ku pirsgirêkeke cidî di asta Îranê de heye, bi taybetî yên li navçeyên sînorî dijîn wek gelê Belûç, Ereb, Kurd, Azerî û pêkhateyên din ên li Îranê dijîn, heta pirsgirêkên ku li navenda Îranê heyî jî ku wek mînak îro pirsgirêka hişkesalî, bê avî, hejarî, buhabûna tiştan, çandinî, perwerde, siyasî û ziman heye. Wate gelek pirsgirêkên ku li ser hevdu kombûnî hene, başe sedemê sereke yê wan pirsgirêkan çiye, bê guman destûra bingehîn ya ku hatî dariştin destûreke ku dijî gel, civak, demokrasî û nasnameye, her wiha wê destûra bingehîn ya heyî bûye sedem ku bi domdarî zilm û zordarî û tepisandin li dijî gelan were meşandin û bi giştî aborî ji aliyê deste û beşeke biçûk ve desteser û were talankirin. Ji ber vê yekê gelên Îranê, bê guman di van çend salên dawî de îspatkirin ku ew êdî zilm û zordariyê qebûl nakin û dîsa careke din li dijî desthilat xwepêşandan, nerazîbûn û grev hene. Heta eger rejîmek nekaribe mûçeya karmend, mamoste yên kesên ku xizmetê ew desthilatê dikin dabîn bike, bê guman xizmetkirina ji bo wî desthilatî heram e; ji ber ku desthilat tenê ji çend kesan re hatiye sînordarkirin, civak divê bi berdewamî xizmetê Xameneyî ku xwe wek nûnerê Xwedê dizane bike, lewre diyare ku ew siyaseta rejîm û hemû aliyên wê îro bi krîzê re rû bi rû bûye, wate rejîma Îranê îro hem ji aliyê bîrdozî, hem mezhebî, siyasî û dîplomasî ketiye nava krîzê. Lewma gel bi têkoşîna xwe ya demokratîk dikare ji wan krîzên heyî xwe rizgar bike.

'JI BO GELÊN ÎRANÊ PÊWÎSTÎ BI ENIYEKE DEMOKRATÎK HEYE'

Bi nêrîna me lazime gelên Îranê ji bo pêkanîna eniyeke demokratîk li dijî rejîma dagirker ê Îranê têkoşîna xwe mezintir bikin, hemû gelan bibin xwedî projeyek hevbeş, yanî her çiqasê ku her gelek xwedî pirsgirêkên xwe yên cuda be jî lê di encamê de tiştên hevbeş yên wek nebûna demokrasî û azadî û pirsgirêka nebûna zimanê dayikê li navxweya Îranê heye, gelên Îranê dikarin li ser wan xalan bên û bi projeyeke hevbeş eniyeke demokratîk avabikin. Weke gelê Kurd, PJAK, KJAR û KODAR’ê û wek hemû wan rêxistinên ku xwedî projeyên demokratîk û çareseriyê ne bi pêşxistina projeya neteweyaa demokratîk li seranserî Îranê, em amade ne ku li dijî rejîma dagiker ê Îranê têkoşîneke encamgir û mezintir birêve bibin û ji bo demokratîkkirina Îranê û çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelên din ên li Îranê pêşengiyeke demokratîk bikin.

Di Şerê Cîhanî yê Sêyemîn de gelê Kurd bi xwe xwedî stratejiya şerê gelê şoreşgerî ye û ji bo ku projeya konfedralîzma demokratîk û neteweya demokratîk li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanê pêk bîne îro di nava berxwedaneke bê hempa de ye. Îro di nava berxwedaneke bê wêne û têkoşîneke mezin de ye. Bi taybetî li ser asta Îranê jî ji bo ku têkoşîna gelan ya li dijî hişmendiya qirker, navendgera, li dijî rejîma hegemonîk a dagirker ê Îranê û li dijî hişmendiya tepisîner û talanker û siyasetên Sipahê Pasdaran bigihîje encamê, bê guman pêwîstî bi projeyek yanî jî diyarkirina stratejiyeke encamgir heye. Ew yek jî di asta giştî gelên Îranê dikare pêk bê, bi taybetî rêzeçiyayên Zagrosê ku îro xwedî çandeke Zagrosî ye ku li wan herêman em dibînin berdewam bi stratejiyeke demdirêj li dijî desthilatdaran berxwedanî û têkoşîn hatiye kirin û gelê Kurd heya roja îro kariye li ser pêyên xwe bisekine, di vê baweriyê de ne ku gelê Kurd careke din dikare ji bo demokratîk kirina Îranê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi esasgirtina vê stratejiyê dikare pirsgirêka hemû gelên Îranê û pirsgirêkên maf û azadî û demokrasiyê çareser bike. Çawa ku îro gelê Kurd xwedî projeyekî demokratîke ku îro wêneyê wê li Rojavayê Kurdistanê li ber çavê her kesê ye û di nav germiya Şerê Cîhanî yê Sêyemîn de sîstemeke demokratîk birêve diçe; li nava Îranê jî divê gelan îlhamê ji wê projeyê werbigirin. Yekem tişta ku em bikaribin li dijî wê rejîmê têbikoşîn ewe ku pêwîste di nava wê projeya demokratîk de jin û ciwan pêşengî ji bo wê projeyê bikin. Pêwîste şoreşa hişmendî, demokratîk û wijdanî hem di nava tak, hem rêxistin, hem hizban de pêk bê ku bikarin bi wê dîtinê derbekî mezin li hişmendiya girtî ya rejîma dagirker ê Îranê bide, bi rengekî xweber wê derî ji bo pêşketina demokrasî û edaletê ya di nav Îranê de bê vekirin. Di heman demê de pêwîste hemû gelên Îranê komîsyon, deste û projeyekî hevbeş pêk bînin û hevahengiya di navbera hevdu de li hemberî siyasetên rejîma dagirker a Îranê bikarin zêdetir pêş bixin. Bi taybetî ji bo gurkirina agirê serhildanan pêwîste bi yekdengî û yek armanc û dirûşmeyê ve li dijî vî rejîmî bisekinin da ku bikarin zêdetir zextê li ser rejîmê çêbikin. Wate nabe ku gelên Îranê bi ti awayî nava bendewariyek ji dewletê bin ku wê pirsgirêkên navxweyî yên li Îranê çareser bike, her wiha nabe ku li bendê bin ku destwerdana ji derve dikare demokrasî û edaletê li nava Îranê eva bike, berevajî vê yekê wê çendîn pirsgirêk û perîşaniyên din ji bo gelên Îranê çêbike. Lewma tişta ku pêwîste gel li ser wê lêhûrbibin ewe ku bi stratêjiyekê yê yekgirtin û yekîtiya gelên Îranê û bi avakirina eniyeke yekgirtî û demokratîk di asta erdnîgariya Îranê de ji bo li hemberî desthilata serkutger û talanker bisekinin û dikarin li ser wê bixebitin. Bi vî rengî dikare pirsgirêkên heyî bi taybetî ew krîzên heyî ku îro bi pêsîra rejîm û gelan girtiye bi awayeke bingehîn û demokratîk çareser bibe. Di vê qonaxê de bi taybetî pêwîste gelên Îranê pir hişyar bin, rejîma Îranê îro şerekî berfireh li hemberî gelan birêve dibe cudahiyê dixe nava gelan, nakokiya di navberê gelan de geş dike û du berekiyê di navbera wan de çêdike, bi taybetî em dibînin ku îro dem bi dem pirsgirêkan dixe di navbera gelê Kurd û Azerî de û şer gur dike. Ew siyasetê ku tê birêvebirin tenê bi vî armancî ye ku yekgirtin û yekîtiya di nava gelê Kurd û gelên din têkbibe û dike ku bi hevrejiyana gelan pêk neyê. Pêknehatina wana jî bê guman temenê desthilat dirêjtir û xurttir dike. Ji ber wê jî pêwîste gel li hemberî wan siyasetan pir hişyar bin û bi taybetî li Kurdistanê gelê Kurd pêwîste ji her gelekê din zêdetir li hemberî wan siyasetan hişyar be. Rejîma dagirker a Îranê, dewleta faşîst ê Tirk, NATO û ew hêzên ku di nava plana qirkirina Kurdan de cih digirin îro şereke taybet birêve dibin, ji ber wê jî nabe ku ji wan bangewaziyan bawer bikin, xwe bê hêvî bikin, bera xwe bidin derweyî welat û bera xwe bidin projeyên derveyî. Berevajî wê pêwîste bera wan bi çiyayên Zegrosê û Herêmên Parastina Medyayê be, pêwîste çavê wan li agirê têkoşîna gerîla, li berxwedana Rêber Apo û nirxên şehîdan be ku îro destketekî mezin a demokrasî û azadiyê ji bo gelan afirandine. Bi vî rengî em dikarin pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên ku îro gel pêre rû bi rû hatiye kirin çareser bikin.

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ LI CIWANAN HATE KIRIN

Di dawiyê de banga min ji bo hemû aliyekê bi taybetî ciwanên Kurd û hemû pêkhateyên di nava Îranê de û nexasim ciwanên xwendevan ku di vê navberê de Roja Xwendevanan li hemû xwendevanên azadîxwaz, demokrasîxwaz û têkoşer pîroz dikim û hêvîdarim ku xwendevan bi ruh û felsefeya têkoşîna Apoyiyan ku bi 6 kesan ve PKK derket û îro bi milyonan li Kurdistan û di asta cîhanê de têdikoşin xwe bixin eniya gel û hilgirê ala têkoşînê bibin. Û îsal Roja Xwendevana bi vî ruhî pîroz bikin û pêşengî ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên nava Îranê bikin, pêşengiyê ji xwepêşandan re bikin. Her wiha li cihê ku dibînin madeyên hişber tên belavkirin, girtin, kuştin û hejarî heye; ew ên ku xwe pêşengê gel, azadî û demokrasî dihesibînin pêwîste wek hêza çareseriyê ya pirsgirêkan zend û bendên xwe ba kin û çareseriyan peyda bikin. Bi xwe rêxistinkirina di nav dibistan û zanîngehan û pêkhateyên civakê de dikarin ev şaneyên ku rejîm bi xwe di navê de hêlîn çêkiriye, hêlînên ew rejîma talanker hilweşînin û bi taybetî gel û ciwanên Kurd ji ber ku îro têkoşîneke hestyar û çarenûssaz di asta Kurdistanê de tê birêve birin, pêwîste wijdana ciwanên Kurd vê yekê qebûl neke ku xizmetê desthilat bike. Ji bo parastina keramet, rûmet û namûsa xwe pêwîste bera xwe bide çiyayên Kurdistanê û mil bi milê gerîlayan li dijî rejîma faşîst ê Tirk, li dijî rejîma dîktator a Îranê û ew rejîmên ku qirkirina Kurdan ji xwe re kirine armanc têkoşîna xwe geştir bikin. Ji ber ku yekane çareseriyek ji bo Kurd ewe ku em li ser xaka xwe bimînin, xwe hişyar bikin, xwe perwerde bikin û çek hilgirin û li dijî dijmin bisekinin, ne em weke îro ku pêla koçberiyê ku bi planekê sîstematîk ku çi ji aliyê Îranê, çi ji aliyê hêzeke Kurdî wek PDK’ê û çi ji aliyê Tirkiyê ve hatiye danîn ku dixwazin enerjiya bingehîn ya şoreşê li Kurdistanê henardeyê derve bikin; li şûna ku ew enerjiya bingehîn bê şandina derve, pêwîste li çiyayên Kurdistanê bi cih bibin, xwe pêş bixin û bi vî rengî em pêleke berxwedanê û bi guriya têkoşînê li dijî dagirkeran destpê bikin û bikaribin azadî û demokrasiyê hem ji bo gelê Kurd hem ji bo hemû gelên Îranê û gelên herêmê misoger bikin. Di vê baweriyê de ne ku serketin ya gelê azadîxwaz, demokrasîxwaz û dadperwer e."