Amed 22 roj in li ber xwe dide: Em ê bi ser bikevin

Berxwedana Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 22'an de ye.

Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê di roja 22'an de didome. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li qada çalakiyê bi dirûşma "Şaredar Selçûk îradeya me ye" ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin.

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" hate hildan. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen axivî û destnîşan kir ku Kurd ji bo rûmetê têdikoşin. Alokmen got, "Her kes zane ku ev têkoşîn wê bidome."

Bi navê partiyên ku tifaq bi HDP'ê re kiriye Abdullah Bozkûş axivî û diyar kir ku qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê Kurdan e û got, "Têkoşîn wê bidome."

MIZRAKLI: EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Selçûk Mizrakli jî got, "Ev bryar ne tenê darbeyeke siyasî ye, ji wê jî wêdetire. Dest dirêjî rûmeta kirin. Suleyman Soylû ji bo tayînkirinê dibêje 'ne qeyûm, serokwekîl'. Dema ez çûm deverekê min li şûna xwe kes nekir wekîl. Meclîsa şaredariyê jî ew nehilbijartiye. Navê vê yekê qeyûm e."

Mizrakli bi wesîleya salvegera wefata wî derhêner Yilmaz Guney bi bîr anî û got, "Em ê bi ser bikevin, teqez bi ser bikevin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî destnîşan kir ku di nava siyaseta demokratîk de ti rewatiya qeyûman nîne.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate kirin.