Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin, lêpirsîn lê hate vekirin!

Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin jî tê de, li 26 rojnamegeran lêpirsîn hate vekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (Ma Ajans) xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Azadiya Welat, Ramazan Olçen, Gerînendeyê Karê Nivîsaran Îsmaîl Çoban, Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku di sala 2016’an de li Cizîrê hatibû qetilkirin û nûçegîhanên rojnameyê jî tê de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 24 kesan lêpirsîn da destpêkirin. Heta niha 6 rojnameger û 3 xebatkarên rojnameyê yên berê îfade dan.

LÊPIRSÎN LI 27 KESAN HATE VEKIRIN

Ev kes ji bo îfadedayînê gazî wan hatine kirin: Xwediyê îmtîyazê yê rojnameyê Ramazan Olçen, Gerînendeyê Karê Nivîsaran Îsmaîl Çoban, rojnameger Bişar Dûrgût, Emrah Kelekçîler, Mehmet Çetîn Altûn, Melek Bozan, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun, Zeynel Abîdîn Bûlût û xebatkarên rojnameyê Elfesiya Baran, Ferît Koyluoglû, Metîn Gul, Yildirim Temel, Hamza Bîçer, Cîhan Îpek, Haci Yûsûf Topaloglû, Serdar Kale, Ozkan Ozbayhan, Seydoş Dayan, Welat Yalçin, Welat Oztekîn, Mehmet Emîn Kaya, Sidik Araz, Harûn Aydin, Mehmet Şah Aydemîr û Mehmet Selîm Azçalişan.”

Rojnameger û xebatkarên ku çûn îfade dan, pirsên wekî “gelo têkiliya we bi rêxistinê heye? Hûn di nav rêxistinê de kê nas dikin?” hatiye kirin.

Balkêş e ku derbarê Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî lêpirsîn hatiye destpêkirin ê ku li Cizîrê di 13’ê Sibata 2016’an de tevî 60 kesan hatibû qetilkirin.