'AKP'ê tecrîd ji xwe re kiriye awayekî rêvebirinê'

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Bakir bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd 22 sal in dewam dike û got, “Polîtîka tecrîdê herî zêde bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. AKP’ê tecrîd kiriye awayê rêvebirinê.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Mehmet Bakir, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cezayê 6 mehan ê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re nirxand.

‘BI TECRÎDÊ PERGALA TIRKIYEYÊ DIXITIME’

Bakir anî ziman ku 22 sal in tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û tecrîd herî zêde bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. Bakir da zanîn, her ku polîtîkayên tecrîdê hatin girankirin, gelên Tirkiyeyê hîn zêdetir rastî zextên rejîmê hatin û wiha axivî: “22 sal in tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin û bi salane hevdîtinên parêzer û malbatên tên astengkirin. Hikûmeta AKP’ê bi tecrîdê dixwaze têkiliya Birêz Ocalan bi dinyayê re bibire û di şexê wî de gelan tecrîd dike. Dema ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibe raya giştî digihêje aramiyê. Peyamên Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Bi peyamên Birêz Ocalan civaka Tirkiyeyê û Kurdistanê bêhnek aram distîne. Dema ku tecrîd giran dibe, li welat şer giran dibe û jiyana mirovan dikeve nava xeteriyê. Bi tecrîdê pergala Tirkiyeyê dixitime.”

‘AKP-MHP BI TECRÎDÊ GELAN LI HEMBERÎ HEV SOR DIKE’

Bakir da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze gelan li hemberî hev sor bike û got, “Hikumet bi rêya tecrîdê gelan li ber hev radike. Ev jî bû sedem ku hişmendiya nijatperest, şovenîst, dijminantiya xwezayê û netewperest di nava gel de pêş bikeve. Dîsa polîtîkayên cihêkar civak ji hev cuda kir. AKP-MHP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê. Li Giravê her ku tecrîd giran dibe, li Tirkiyeyê polîtîkayên şer xistin dewrê. Tecrîdê şer û şer jî tecrîdê xwedî kir. Tevî hemû konspet û polîtîkayên tecrîdê jî Birêz Ocalan û gel girêdayî hev in. Azadî, silametî û ewlehiya Birêz Ocalan bi civakîbûnê ve girêdayî ye. Ji bo azadî, selametî û ewlehiya civakê jî divê têkoşîn were kirin.”

‘TIRKIYE VEGUHERIYE GIRAVA ÎMRALIYÊ’

Bakir bal kişand ser şertên Girtîgeha Îmraliyê û wiha dom kir: “Ji bo Girtîgeha Îmraliyê hemû çav kor bûne û guh ker bûne. Giravek her cûre bêhiqûqî lê diqewime. Bêhiqûqî hemû ji Îmraliyê dest pê kir û xistine dewrê. Piştre li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyê hat belavkirin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û her deverê Tirkiyeyê bû Îmrali. AKP ji sala 2003’yan ve aktorê tecrîd û qewimandinên li Îmraliyê ye. Bi vê yekê ve girêdayî hikûmet li ser gelan şerê derûnî pêş dixe û her alî veguheriye agir. Ji ber zimanê şer ê AKP-MHP’ê li gelek deverên Tirkiyeyê êrîşên nîjadperestî li dijî xelkê me pêk tê. Çiqas gel li hemberî hevdû were sor kirin û polîtîka li ser civakê bê meşandin ewqas civak ji hevdû dûr dikevin.”

‘REJÎMA YEKPERESTÎ’

Bakir destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê, Tirkiye di nava welatên cîhanê de hatiye tecrîdkirin û ev tişt got: “Zilm, zordestî û faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelan dimeşîne hatiye astek bilind. Lê belê ji ber polîtîkayên ji derve û hundir Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Ligel hemû welatan bi pirsgirêke û nikarin pirsgirêkên xwe yên hundir û derve çareser bikin. Ji ber ku AKP-MHP li her derê ketiye nava tengaviyê li welat êrîşî Kurdan û muxalîfan dike. Bi van êrîşan dixwazin xwe li ser lingan bigrin. AKP-MHP, Tirkiyeyê bi ‘rejîma yekperestiyê’ birêve dibe.”

‘QEDEXE TÊ WATEYA ZÊDEBÛNA ZEXTAN’

Bakir bilêv kir ku qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Ocalan hat dayîn, tê wateya ku wê êrîş zêdetir bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê qedexeyê xuya dike ku desthilatdarî wê zextên xwe yên li ser hêzên demokratîk zêdetir bike. Va ye em her roj dibînin, binçavkirin û girtin derketine asta herî jor. Di heman demê de ev qedexe ji komployê ne serbixwe ye. Ev qedexe dewama komploya ku bi salane dewam dike. Bi vê biryarê paradîgmaya Ocalan a ku pêşkêşî gelan kiriye, di hedefê de ye. Dixwazin vê paradîgmayê ji holê rakin. Divê her kesên ji bo xwe dibêjin em demokrasî û aştiyê diparêzin li dijî tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê têbikoşîn.”