AKP Sûlava Bêgirê jî difiroşe!

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, li Wanê tiştek nehişt ku nefirotiye. Şaredariya desteserkirî vê hefteyê Sûlava Bêgirê jî difiroşe.

Sûlava Bêgirê ku yek ji reng û xemla herî bedew a Wanê ye, bi salan e li ser Bend-î Mahî bi heybetî diherike. Sûlava Bêgirê bi 80 kîlometreyî dûrî navenda Wanê ye. Ava wê ji çavkaniyên li Çiyayê Tendurekê tê. Sûlav ji bilindahiya 50 metreyî diherike. Lê AKP'ê çav berdaye vê Sûlavê jî. Destpêkê sala 2014'an li dora Sûlavê Santralên Hîdro Elektrîkê hatin çêkirin û gefeke mezin lê hate xwarin. Niha jî şaredariya ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin dixwaze Sûlavê bike cihekî ku karibe jê bixwe.

Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a desteserkirî ku heta niha tiştek li Wanê nehiştiye ku nefirotiye û hemû saziyên gel girtiye, niha jî amadekariyan dike ji bo Sûlava Bêgirê bifiroşe. Projeya firotina Sûlavê bi navê 'modernkirina Sûlavê' hatiye amadekirin û ji aliyê Walîtiya Tirk a li Wanê û qeyûman ve hate qebûlkirin.

Xemla xwezayê Sûlava Bêgirê wê roja Çarşemê pêşkêşî îhaleyê bê kirin.

Sûlava Bêgirê ku li ser çemê Bend-î Mahî bi heybetî diherike, li gel vê xemla xwe ya bedew, derdora xwe jî zindî û xweşik dike. Her demsalê bi rengekî cuda xwe dixemilîne. Ji ber îhaleya, tirs û fikar hene ku zerar li sûlavê bibe.

'WÊ NEMA XWEZAYÎ BE'

Li gorî Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Kadîroglû Ateş, mafê avê yê sûlavê wê ji bo 49 salan ji fîrmayekê re bê firotin. Ateş diyar kir ku firotina avê ji hinekan re, ne ekolojîk e û got, "Dema mirov çûn wê derê wê neçar bimînin ku pereyekî zêde bidin. Malê gel wê bi pere bê pêşkêşkirin. Wê derê dikin qadeke mezin a jêxwarinê. Wê beton li wir birijînin. Beton ji xwe dijminê xwezayê ye. Sûlav wê bi vî rengî nema xwezayî be."