AKP sindoqan ji gel direvîne, HDP jî gel dibe ser sindoqan

HDP'ê li dijî dek û dolabên AKP'ê yên rakirina sindoqan xwe bi rêxistin kir. Partiyê li ser vê mijarê komîsyonek ava kir û wesayit amade kir.

Li dijî fenên AKP'ê ku bi guhertina cihê sindoqan re dixwaze pêşî li dengê Kurdan bigire, Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê zend û bend ba da. HDP'ê bi vê armancê komîsyonek ava kir.

Berdevkê komîsyonê Omer Gungen got, "Bi zext û zordariyê dixwazin çavê gelê me bitirsînin û fenan bikin. Bila gelê me netirse, weke HDP em amade ne wan bibin ser sindoqan. Gelê me û em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. 

Gungen diyar kir ku biryar hatiye dayin li navenda Şirnexê 8, li Hezexê 11, li Qilabanê 4, li Elkê 9, li Basayê 4, li Silopiyayê jî 15 sindoq cihê wan bê guhertin û got, wan amadekariyên xwe yên ji bo ewlekariya dengdanê bi giranî qedandine.

WÊ BI WESAYITAN KARKERÊN DEMSALÎ Û KOÇERAN BIBIN CIHÊ DENGDANÊ

Omer Gungen da xuyakirin ku wan heta niha li navenda Şirnexê 4, li Silopiyayê 3, li Elkê 3, li Hezexê 3, li Basayê jî wesayitek amade kirine û banga dengdanê li gel kir. Gungen got, karkerên demsalî û koçerên li zozanan jî wê bi rêya van wesayitan bibin cihê dengdanê.