AKP'iyan VOTAŞ kirine çavkaniya jêxwarinê

Kargeha Çandiniya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) ku mezintirîn navenda çandinî û sewalkariyê ya li Tirkiyeyê ye, ji bo AKP'iyan veguheriye çavkaniyeke jêxwarinê.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'î sala 2016'an hate desteserkirin, qeyûmê ku hate tayînkirin VOTAŞ a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi 19 milyon û 510 hezar lîreyî firot fîrmayeke Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VAN TSO). Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'î sala 2015'an VOTAŞ bi 17.5 milyon TL'î ji Borsaya Bazirganiyê ya Wanê kiribû û 12 milyon TL ê heqê wê dabû. VOTAŞ ku ji bo xurtkirina çandinî û sewalkariya li Wanê û bajarên herêmê hate kirîn, hem li herêmê hem jî li Tirkiyeyê navenda herî mezin a çandinî û sewalkariyê bû.

Li Wanê ku navenda sewalkarî û çandiniyê ya herêmê ye, ji ber polîtîkayên hikumetê yên salên dawî sewalkarî û çandinî li ber tinebûnê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'î jî ji bo rojên berê yên çandinî û sewalkariyê li Wanê vegerîne VOTAŞ kirîbû. Piştî ku sala 2016'an qeyûm hate tayînkirin VOTAŞ hate firotin.

Tê gotin, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê ku namzetê AKP'ê yê şaredariyê Necdet Takva serokê wê ye, VOTAŞ ji raya giştî veşartî bi îhaleyê firotiye kesekî nêzî AKP'ê. VOTAŞ ku di dema Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'î de malê gel bû, êdî bûye çavkaniyek jêxwarinê ya AKP û alîgirên wê.