Akmanê AKP’î di nava du mehan de 240 hezarî çerez xwar

Şaredarê AKP'yî Salîh Akman ku şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê desteser kir, di nava 3 mehan de 91 kîlo peqlewe û di nava 2 mehan de jî 240 hezar TL çerez xwar.

Salîh Akman ê ku qeyûm tayînî navçeya Tûşba ya Wanê bû, di butçeya sala 2023’yan de herî zêde ji bo peqlewe û çerezan xerc kir. Akman di 6 mehan de 500 hezar TL ji bo peqlewe, findiq û fistiqan xerc kir.

HDP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de gelek şaredarî qezenc kiribû. Desthilata AKP/MHP’ê xwe li ber serkeftina HDP’ê ranegirt û bi destê Wezîrê Karên Hundirîn ê wê demê Suleyman Soylu qeyûm şandin şaredariyan. Ji van qeyûma yek jê kesê bi navê Salîh Akman e û wekî qeyûm şand Şaredariya Tuşbayê. Akman hema hema tevahiya malbata xwe li şaredariyê bi cih kir û şaredarî kiriye cihê malbatî. Akman heta niha ji bo welatiyan tu tişt nekiriye tiştekî nake, lê zikê xwe baş têr kiriye.

Qeyûm di sala 2023’yan de bi 500 hezar TL’yî fistiq, findiq û çerez kiriye. Mînak di 13'ê Adara 2023’yan de 119 hezar TL, di 12'ê Gulana 2023’yan de jî ji bo kirîna cookie 121 hezar TL hat dayîn. Akman û derdora wî di nav du mehan de 240 hezar TL çerez xwarin. Peqlewe jî nehat îhmalkirin. Di 15’ê Sibatê de 47 kîlo, di 10’ê Gulanê de jî 44 kîlo peqlewe kirîn. Ji bo vê 97 hezar TL hat xerckirin. Di 6 mehên dawî yên salê de para xwaringehan 250 hezar TL kêm kir. Di nav lêçûnên butçeyê de hezar topên gogê ku tê îdiakirin bi 100 hezar TL’yî hatine kirîn jî hene, lê nayê zanîn ka top hatine kirîn an na û kes nizane bê li kûderê ne.

Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Mahmut Dîndar diyar kir ku xerckirina ewqas pereyan ji bo peqlewe û xwarinê zêde ye û got: “Ev şêlandin û dizî ye. Gel ne di xema wan de ye, tenê xwe û derdora xwe xwe têr dike. Ew diz in ku dizanin ew ne bi îradeya gel hatine. Gelê me dê di 31'ê Adarê de wê hesab ji wan bipirse û van peqlewexwaran bişînin malên wan.”