Akdogan: Dixwazin vî sûcî binixumînin

Akdogan diyar kir ku heyeta HDP'ê ji bo birîndaran ziyaret bikin çûn nexweşxaneyê, lê rayedaran destûr neda birîndaran bibînin û got, "Ji ber sûcê mirovahiyê kirine naxwazin ev rastiya wan ronî bibe. Lê têkoşîna me ya ronîkirna rastiyan wê bidome."

Li gundê Talê yê Colemêrgê di êrîşa Heronan de Mehmet Temel (35) jiyana xwe ji dest dabû û 3 welatî birîndar bûbûn. Dewleta Tirk weke her carê dixwaze vê bûyerê jî binixumîne. Wekîlê Colemêrgê yê HDP'ê Nîhat Akdogan ji roja ku bûyer qewimî heta niha bi malbatan re di têkiliyê de ye. Akdogan got, rayedar dixwazin bûyerê berovajî bikin û vî sûcî binixumînin.

'RASTIYAN VEDIŞÊRIN'

Akdogan bal kişand ser nûçeyên bi sernavê "Hevkar hate kuştin" ên di hin malperên rojnameyan de hatin weşandin û da zanîn ku di navbera nûçeyên hatine weşandin û rastiyê de cudahî heye. Akdogan destnîşan kir ku kesên wekî hevkar hatine nîşandan, karker û kedkarên li bajêr tên naskirin in û wiha axivî: "Ev welatî li Colemêrgê hin ji wan esnaf, hin ji wan xwedî 3-5 zarokan e û hin ji wan kesên teqawît in û her kes wan nas dike."

'HER KES MEHMET NAS DIKE'

Akdogan got, "Mehmet Temel ê wekî 'endamê rêxistinê' didin nîşan, îro li vir 3 zarokên wî yên bi navê Mert, Merve û Fîdan hene. Hemû kesên li vir Mehmet nas dikin. Mûsa Tarhan ê birîndar 8 zarokên wî hene, her wiha vî kesî serdemekî keyatî kiriye. Îbrahîm Sak kesekî teqewîtbûyî ye. Walîtiyê di daxuyaniya destpêkê de welatî wekî 'endamên rêxistinê' da nîşan û di daxuyaniyên dawî de jî got, di bûyerê de sivîl jî hene û wan civîn pêk anî. Me wekî HDP û hevalên me yên parlamenter ên ji Wanê hatine, me heyetek ava kiriye."

'DIXWAZIN VÎ SÛCÎ BINIXUMÎNIN'

Akdogandestnîşan kir ku heyeta HDP'ê ji bo birîndaran ziyaret bike û li cihê bûyerê bi gundiyan re hevdîtinê bike çû Colemêrgê û got: "Wekî din ji bo em bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin bikin û agahî bistînin em ketin nava hewldanan. Lê me ti encam ji vê hewldanê negirt. Me xwest der barê 3 welatiyên me yên ji roja ewil heta niha di bin çavan de ne û destûr nadin kesek wan bibîne agahî bistînin û hevdîtin bikin. Diyar kirin ku malbat jî di nav de destûr nadin ku kes birîndaran ziyaret bike. Me diyar kir ku em dixwazin li gund lêkolîn bikin. Lê bi hinceta 'Li herêmê operasyon hene' diyar kirin ku teqez destûr nadin. Piştre diyar kirin kirin ku ew ê bi rayedarên jor de hevdîtin bikin û eger destûr bê dayin wê karibin bihêlin bi birîndaran re hevdîtin bikin. Lê em bawer nakin ku rayedarên jor jî destûr bide. Ji ber ku li vir sûcek hatiye kirin û naxwazin ev sûc ronî bibe. Dixwazin vî sûcî binixumînin. Ji ber vê yekê hem birîndaran ji her kesî vedişêrin û hem jî destûr nadin em biçin gund. Dizanin ku di van hewldanê me u lêkolîna me de dê rastî ronî bibe." 

'MIZGEFT JÎ LI WELATIYAN QEDEXE KIRIN'

Akdogan anî ziman ku malbatê xwest ji bo Mehmet Temel li mizgeftê şinê deyne, lê li mizgeftê jî ziyareta welatiyan qedexe kir û destûr nedan ku malbat li mizgeftê mala şînê veke û wiha got: "Mizgeft mala Xwedê ye. Li holê sûcê mirovahiyê heye. Malbatê cenazeyê xwe  di qasaya qemyonetê de anî bajar. Li vir sûcê mirovahiyê heye. Dixwazin vî sûcê mirovaniyê binixumînin."

'DESTÛR NADIN KES BIRÎNDARAN ZIYARET BIKE'

Akdogan destnîşan kir ku Walî, Midûrê Polîsan û Fermandariya Jendermeyan ji bo rastiyê veşêrin her tiştî dikin û wiha got: "Bi dehan caran me bi rêveberiya nexweşxaneyê re hevdîtin kir. Ewil gotin dibe. Lê piştre destûr nedan ku em birîndaran ziyaret bikin. Diyar kirin ku vir qada leşkerî ye û nikarin kesî bi birîndaran re bînin cem hev. Destûr nedan em birîndaran ziyaret bikin. Birîndar destkelepçekirî li nexweşxaneyê tên girtin. Der barê rewşa birindaran de ti agahiya me nîne. Me bi malbatan re jî hevdîtin kir. Ti agahiya malbatan jî ji birîndaran tine ye. Li vir sûcê mirovahiyê heye. Çima destûr nadin malbat birîndaran ziyaret bike. Ditirsin ku malbat bi birîndaran re hevdîtin birin wê rastî derkeve holê. Ji rastiyê ditirsin. Ji bo rastî derkeve holê em ê tekoşîn û hewldana xwe dewam bikin."