Agir bi Çiyayê Gebarê û dora Dêrulzehferanê ket
Şewata li Çiyayê Gebarê ya ku dewleta Tirk ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ îlan kiribû di roja 3’emîn de didome. Agir bi daristana dora Dêrulzehferanê jî ket.
Şewata li Çiyayê Gebarê ya ku dewleta Tirk ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ îlan kiribû di roja 3’emîn de didome. Agir bi daristana dora Dêrulzehferanê jî ket.
Şewata li bejahiya Deşta Lela ya Çiyayê Gebarê ya ku ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ hatibû ragihandin di roja 3’emîn de didome. Rayedar ji bo tefandina şewatê tiştekî nakin.
Li dora Keşîşxaneya Dêrulzehferanê ya Artûklûya Mêrdînê jî ji ber sedemeke ne diyar agir bi qadê ket. Şêniyên gundê Bilaliyê û tîmên îtfaiyeyê şewat tefandin. Di şewatê de rezên tirî û darên qajê bûn xwelî.