Agahî ji Karayel ê 2 roj berê hat binçavkirin nayê girtin
Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Bedran Karayel, beriya niha bi 2 rojan li pansiyonek li Wanê hatibû binçavkirin. Ji hingî ve agahî jê nayê girtin.
Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Bedran Karayel, beriya niha bi 2 rojan li pansiyonek li Wanê hatibû binçavkirin. Ji hingî ve agahî jê nayê girtin.
Nûnerê ESP'ê yê Wanê Ozgur Aras da xuyakirin, ku polîsan di dema binçavkirinê de gotine wê Karayel bibin qereqola polîsan a 2 Nîsan'ê, lê belê dema ku ji qereqolê pirsîne, rayedarên qereqolê ji wan re gotine "Ne li vir e".
Aras bang li raya giştî kir, ku bala xwe li ser mijarê be.