Hay ji 5 kesên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, nîne

Rojnamevan û aktîvîstên Behdînanî ku ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, 21 roj in di greva birçîbûnê de ne. Lê belê destûr nayê dayin ku malbatên wan zarokên xwe bibînin.

Dadgeha Ceza ya Hewlêrê di 16'ê Sibatê de bi îdîaya "xerakirina ewlekariyê û sîxuriyê" 6 sal cezayê girtîgehê li 5 rojnamevan û aktîvîstan birî bû.

Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan ên hatin girtin, ji bo biryara girtîgehê û şert û mercên girtîmayinê şermezar bikin, di 17'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê di roja 21'ê de ye. Eyhan Seîd birayê Şivan Seîd ji Rojnewsê re axivî û got, "3 hefte ne nikarim agahiyê ji Şivan werbigirim, em nizanin ku rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Her hefteyê divê karibe bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive. Lê belê 3 hefte ne destûrê nadin ku bi malbata xwe re biaxive."

Parêzerê rojnamevanên Behdînanî Beşdar Hesen Jî got, "Em îro dixwazin serdana girtiyan bikin û rewşa wan zelal bikin. Lê belê hîn nediyar e ku bersiveke erênî yan jî neyînî bidin daxwaza me ya hevdîtinê yan na."