Ada: Divê jin di bin banê KBDH’ê de werin ba hev

Di salvegera 3’emîn a avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de, şervana DKP/BOG’ê Aynûr Ada bang li jinan kir ku divê di bin banê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH)’ê werin ba hev.

Salvegera 3’emîn a avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin.

Di salvegera 3’emîn a avakirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, şervana DKP/BOG’ê Aynûr Ada got ku,” TŞYG ji bo rizgarbûna jinan jî şer dike. Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê û li hemberî pergala mêrserwer têdikoşe.”

Ada diyar kir ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin tê wateya ku hevgirtina jinan jiyanê ava dike.

Ada bal kişand ser vî tiştî ku ne bi tenê li girtîgehan, li kolan û dibistanan jî her der ji bo jinan bûne girtîgeh û got ku “Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinan bang li jinan dike ku li hemberî êrîşên li ser nasname , ziman û zayendî divê xweparastina xwe ava bikin û li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî em têkoşîna xwe geş bikin. Em dixwazin li hemberî faşîzmê bibin rêxistineke alternatîf.”