Aboriya li Geverê li ber têkçûnê ye

Serokê Odeya Sanatkar û Esnafan a Geverê Îrfan Sari bal kişand ser encamên hilweşîner ên qedexeya derketina derve, kuştina mirovan û koçberiyê û got, çareserî; avakirina jiyaneke demokratîk e.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ku nifûsa xwe 120 hezar e, qedexeya derketina derve ya di 13'ê Adara 2016'an de hat ragihandin, hê jî ji hin aliyan ve dewam dike. Leşker, polîs û maşînên zirxî yên li serê her kolanê hatine bicihkirin, jiyana gel û dikandarên Geverê tevizandine. Li Geverê, zêdeyî 2 hezar esnaf hene û di nava 79 rojên operasyonên dewletê de zerareke mezin li wan bû. Gelek ji wan hatin ber îflasê, hinekan jî derabeyên dikanên xwe daxistin.

Serokê Odeya Sanatkar û Esnafan a Geverê Îrfan Sari li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'DÛ BI SER GEVERÊ DIKET'

Sari da xuyakirin, ku bi qedexeya derketina derve re navçe hat xerakirin û gel û esnaf gelekî mexdûr bûn. Sari got, "Ji bo mirov rewşa piştî hilweşînê fêhm bikin, girîng e mirov a rewşa beriya qedexeya derketina derve bibînin. Di wê demê de her roj agahî dihat ku ciwanek miriye. Em pê êşiyan û bi vê êşê me dest bi rojê dikir. Bi xemgînî û betilî em vedigeriyan malê."

Sari da zanîn, ji ber şerê li navçeyê û herêmê, tevî koça aboriyê beşek ji şêniyên herêmê jî koç koç kir û qala reşwa piştî şer kir: "Mirin êdî rewşeke rewşeke qebûlkirî dihat dîtin. Şerê navbera polîsan û ciwanan gelek caran bi encameke nebaş diqediya. Aborî belawela bû. Ji bilî kirîna pêdiviyên rojane, bazara pere navçe terikandibû. Îhaleyên mezin ti carî li Geverê kar nekir. Hemûyan berê xwe dan bajarên gelekî dûr. Tevkarî li aboriya bajarê diçûnê dikir. Ji ber koça aboriyê, beşek ji nifûsa navçeyê jî koç kir. Şer êdî li navenda bajêr diqewimî û tevî molotof û bombeyên gazê fîşek û çekên rastî dihatin bikaranîn. Di kêliya dawî de daxwaz hat kirin ku alî bikevin rewşa agirbestê, lê ev daxwaz bi ser neket. Piştre, gotgotên li ser hovîtiya li Cizîrê û bajarên din hat kirin, li navçeyê belav bû û ev yek bû sedem ku Gever vala bibe. Koçe ecêb bû, ji neçarî bû, zehmet û giran bû. Çavê gelekan li pişt man. Mirov êdî li deverên cuda belav bûbûn. Û bi teredût, bi tirs û fikar bala mirovan li ser nûçeyan bû. Her der, her tişt dûrî wan bû, li wan girtî bû. Tenê dû bi ser Geverê ve diket. Dema bedenên mirovan ên bûn êm ji pisîkan re derketin holê, her tişt zelal dibû. Li bajarekî hilweşandî, şevên sirgûnê hebûn. Hesretên giran. Rûpelên girît, bîranînên şewitandî... Winda û tarî."

'BAZARA BIÇÛK, HILBERÎNA WESTIYAYÎ'

Sari da xuyakirin, ku temamiya esnafan ya ketiye nava deynan, ya jî îflas kirine û anî ziman, ev rewşa bi rîsk hê dewam dike.

Sari diyar kir, ew texmîn dikin, ku bîlanço bi qasî 80 mîlyonî ye û got, "Temamiya esnafan îflas kirine yan jî ketine nava deynan. Bazar biçûk bûye, hilberîn jî gelekî westiyayî ye. Ti cih êdî ji bo hilberînê ne guncaw e. Deriyên sînor girtî ne, gumruka çiyê qedexe ye, tenê ji bo debara rojane mirov dikarin tiştekî ji xwe re bikire. Qezenca hemû îhaleyên cemaweriyê çû ji semayeya li derveyî bajêr. Û ev pêvajo hê dewam dike."

RÎSKA EROZYONA ÇANDÎ

Îrfan Sari ragihand, li navçeyê rewşeke mezin a nediyar heye, ev yek jî dikare rê li ber rîskên mezin veke û got, "Ya herî girîng jî xizanî ye. Daxuyanî li ser hev tên dayîn, lê gel jî gav bi gav xizantir dibe. Hêza gel a ji bo kirînê kêm dibe. Her ku pêwîstî zêde dibe, derfetên kirînê jî kêmtir dibe. Ev rewş dikare belavbûna etnografyayê bi xwe re bîne. Rîsk û xeterî heye ku rê li ber erozyona çandî, guherîna xwezayê, cudabûna tebîetên civakî veke."

'DIVÊ GEL TEVLÎ KAR BÊ KIRIN'

Sari, ji bo gel û esnafên Geverê ji rewşa heyî rizgar bibe got, "Jiyaneke demokratîk a ku divê were avakirin e. Pêwîste qadeke jiyanê ji bo gel were afirandin, ku dest lê neyê werdan. Bi qasî ewlekariyê, divê ewlekarî û jiyana mirovan bi rastî bên parastin. Aramî ne bi çekê, bi diyalogê pêkan e. Pêwîste gel tevlî karê hatiye plankirin, bê kirin. Û li ser sedem, pêşveçûn û encamên vî karî, agahî ji gel re were dayîn. Divê projeyên ku bêhnê bîne ber gel, werin pêşkêşkirin. Ji bo esnaf û bazirgan ji deynan rizgar bibin, destek were dayîn. Pêwîste pêşî li koça aboriyê, koça nifûsê bê girtin."