Abdullah Ocalan: Gelekî girîng e ku komên xweparastinê yên civakê bêne avakirin

Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta xwe pêşve bibe.

SOSYOLOJIYA AZADIYÊ

Hêmanên ewlekarî û siyasetê yên şaristaniya demokratîk di hebûna civaka exlaqî û polîtîk de bi roleke bingehîn radibin. Jixwe ew bi xwe xwedî têgihiştina civaka polîtîk e, lewma kategorîkirineke din a siyaseta demokratîk zêde ye. Lê di navbera herduyan de cudahî heye. Di civaka polîtîk de dibe ku her tim siyaseta demokratîk bi cih neyê anîn. Jixwe tevahiya dîroka şaristaniya fermî ya bi giranî li ser civaka polîtîk ferz kiriye, serweriya qraltiya despotîk e. Civaka polîtîk di bin serweriyê de bi temamî nayê tinekirin, lê nikare xwe demokratîk jî bike. Çawa ku mirov xwedî guh be nayê wê maneyê mirov dibihîse, bi heman awayî hebûna çaviya polîtîk jî nayê wê maneyê ku bi awayekî azad dixebite. Ji bo çavî bi awayekî têkûz û xweş bixebite pêdivî bi atmosfereke demokratîk heye.

Ji hebûna atmosfera demokratîk û bi giştî avabûna siyaseta civaka polîtîk re mirov dikare bibêje siyaseta demokratîk. Siyaseta demokratîk ne bi tenê şêwazekî, yekparebûna saziyan jî îfade dike. Gelek sazîbûnên weke partî, kom, meclîs, medya, mîtîng û hwd. nebin, pratîka siyaseta demokratîk jî bi pêş nakeve. Rola bingehîn a saziyan guftûgokirin û biryardan e. Di tevahiya karûbarên hevpar ên civakî de guftûgo û biryardan nebe jiyan nameşe. Encam ê yan kaos an jî dîktatorî be. Civaka demokratîk nebe timî çarenûsa wê bi vî rengî ye. Di navbera du seriyan ango kaos û dîktatoriyê de her wê were kilkirin. Di nava atmosferên bi vî rengî de civaka exlaqî û polîtîk bi pêş nakeve. Hingê têkoşîna polîtîk ango siyaseta demokratîk hedefa wê ya pêşî ew e, pêkanîna civaka demokratîk, di vê çarçoveyê de karûbarên hevpar bi guftûgo û biryaran bixe rêya rewşeke herî baş û têkûz.

Di rewşa jê re demokrasiya burjûwa tê gotin û saziyên wê de ku dûrî fonksiyona xwe ya rastî tên girtin, armanca siyasetê berê pêşî desthilatdarbûn e. Desthilatdarî jî ji yekdestdariyê pargirtin e. Eşkere ye ku siyaseta demokratîk armancên xwe yên bi vî rengî nabe. Eger di saziyên desthilatdariyê de cih were girtin jî wê demê jî karê bingehîn heman kar e. Ev kar ji yekdestdariyê pargirtin nîne, ji bo berjewendiyên hevpar ên civakê yên heyatî girtina biryarên rast e; şopandina bicihanînên wê ye. Mirov bibêje, weke pîvan di nava demokrasiyên bûrjûwayê de cih nayê girtin, nêzîkatiyeke manedar nîne. Lê divê mirov zanibe bi şert têde cih bigire. Bêpîvantî timî bi kêra polîtîkvaniya çîna serwer a sexte tê.

Divê neyê jibîrkirin ku siyaseta demokratîk hewcedariya xwe bi kadroyên jêhatî, medya, rêxistiniyên partiyan, rêxistinên civaka sivîl, xebatên perwerdekirina civakê yên misêwa û propagandayê heye. Ji bo siyaseta demokratîk encam bigire û serketî be, hin xisletên wê yên bingehîn mirov dikare weha rêz bike; divê mirov bi rêz nêzîkî tevahiya cudahî û cihêrengiyên civakê bibe, li ser bingehê cudahiyan pêdiviya bi wekhevî û lihevkirinê, bi qasî uslûba guftûgoyê wêrekiya siyasî û li pêş girtina exlaq, di mijaran de ‘serdestî’, serwextbûna li dîrok û aktualîteyê û nêzîkatiya zanistî-yekpare.

Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rastî, civaka nikaribe xwe biparêze wesfê wê yê civaka exlaq û polîtîk maneya xwe ji dest dide. Civak di rewşeke bi vî rengî de yan bûye mêtingeh, heliyaye dirize; yan jî li ber xwe dide, dixwaze ji nû ve rengê xwe yê exlaqî û polîtîk bigire û fonksiyonel bike. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta xwe pêşve bibe. Xweparastin bi tenê li dijî tehlûkeyên ji derve tên pêk nayê. Di avahiyên hundir ên civakê de jî her tim nakokî û tengezarî mumkîn e ku pêk bên. Divê mirov ji bîr neke ku civakên dîrokî demeke dirêj bi çîn û desthilatdar bûn, ji lewra wê hêzên demeke dirêj bixwazin van xisletên xwe biparêzin hebin. Hêzên em behsa wan dikin, ji bo hebûna xwe biparêzin wê bi hêza xwe hemûyî li ber xwe bidin. Ji lewra xweparastin weke daxwazeke civakî ya belav, wê dema dirêj di rojeva civakê de cihekî girîng bigire. Eger hêza biryarê bi hêza xweparastinê re bi hêz nebe, nikare bi hêsanî were meşandin.

Jixwe, di roja me ya îro de ne bi tenê ji derveyî civakê ve, ji nava wê ve jî rastiyeke desthilatdariyê heye ku heta bi tevahiya çaviyên wê cih girtiye. Gelekî girîng e ku di tevahiya çaviyên civakê yên munasib de komên xweparastinê yên dişibin hev werin pêkanîn. Civakên bê xweparastin, ew civak in ku ji aliyê yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê ve êsîr hatine girtin û bûne mêtingeh. Tevahiya dîrokê ji klanan heta bi qebîle û eşîran, ji qewm û neteweyan heta bi cemaetên dînî, ji gund û bajaran heta bi her yekeya civakê, timî pirsgirêka xweparastinê hebû. Yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê mîna gurê li pey nêçîrê êrişkar e; yên ji xweparastinê mehrûm timî mîna keriyên pez ji hev belawela dike û bi qasî dixwaze desteser dike.

Ji bo civak bibe civaka demokratîk û hebûna xwe dewam bike, şert e ku bi kêmanî bi qasî êriş û mêtinkariyên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê bi sînor bike, ji aliyê çalakî û avabûna xweparastinê ve xwe amade bike û fonksiyonel be. Ji ber ku dema dirêj wê bi amûrên sermaye û desthilatdariyê re di nav hev de bijîn, girîng e ku mirov du şaşiyan neke: Şaşiya yekemîn, mîna mîhê teslîmî gur dikin, divê mirov ewlekariya xwe radestî nîzama yekdestdariyê neke. Encamên vê yên têkbir bi hezaran mînakî derketine holê. Şaşiya duyemîn ew e, mirov li dijî dewletê bi parolaya tavilê bibe weke dewletê rabe û ev tê wê maneyê hewl dide bibe amûrê desthilatdariyê. Ezmûnên sosyalîzma pêkhatî di vê mijarê de têra xwe mirov rohnî dikin. Ji lewra xweparastineke manedar û kêrhatî, di dîrokê, roja me ya îro û paşerojê de wê bibe hêmanekî şaristaniya demokratîk ku nikare paşguh bike.

Ji parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê 'Sosyolojiya Azadiyê' hatiye berhevkirin.