BI DÎMEN

Ciwanên Çemçemalê xiyaneta Barzaniyan û dagirkerî şermezar kirin

Ciwanên bajarokê Çemçemalê dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta malbata Barzaniyan şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê, bi alîkarî û hevkariya PDK û malbata Barzaniyan, êrîşeke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Îro li bajarokê Çemçemalê yê Başûrê Kurdistanê, ciwanên Çemçemalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û artêşa wê û xiyaneta PDK’ê bi belavkirina poster û wêneyan û bi dirûşmên "Malbata Barzanî dijminê navxweyî û dostê celadên gelê Kurd e" û "Gerîla hêz û baweriya me gelê Başûr e" kampanyayek dan destpêkirin.

Ciwanên Çemçemalê li nav bazara Çemçemalê, li nahiyeya Şorişê, Pira Mame Rîşe û cihên giştî yên Çemçemalê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta malbata Barzanî gelek poster daliqandin.