BI DÎMEN

Abdullah: Di serdema nû de em ê geş bibin û projeyên xwe pêk bînin

Abdullah malavayî li delegeyan kir ku dîsa ew weke hevserok hilbijartine û wiha got: ‘’Ev ji bo me peywirek e. Heta dawiyê em ê ji bo azadiya gelê xwe û jiyana demokratîk têbikoşin.’’

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah got wan kongra xwe ya 2. bi coşdariyeke mezin pêk anîne û got: ‘’Tevgera Azadî hêviya azadiya gel e’’

Abdullah diyar kir Tevgera Azadî xwedî tecrûbeya 2 salan e û ji niha û pêde ew ê ji daxwazên gel, pêdiviyên gel re bibin bersiv.

 ‘’SÎSTEMA BAŞÛR PÛÇ BÛYE’

“Tecrûbeyeke me heye. Li ser vê tecrûbeyê di nav çorçoweya peymana nû de em ê têkoşîneke nû ya ku xwe dispêrê civakê bimeşînin. Em ê nehêlin baweriya bi me bihejije, em ê peywira xwe ya demokratîzekirinê, têkoşîna azadiyê heta dawiyê bidomînin. Ji bo me peywira sereke ev e. Sîstema Başûr pûç bûye. Krîzên giran hene. J ibo vê jî, li pêş me jî têkoşîneke girîng heye. Ev kongra me ji bo vê jî, ji bo geşkirina têkoşînê girîng e.’’

Abdullah got di vê demê de rojeva wan a sereke kongra netewî ye û weke tevger di dema bihurî de jî ji bo vê mebestê gelek têkoşîn dane û wiha domand, ‘’Lê di vê mijarê de tim astengî li pêş me hatin danîn. Lê bi têkoşîna hevalên me û gelê me îro em kongra xwe bi serketinekê pêk tînin.’’

‘TEVGERA AZADÎ HÊVIYA RIZGARIYA GEL E’

Abdullah diyar kir ku kongra wan a pêşî û xebatên wan ên piştre bi astengiyên mezin re hevrû bûne û wiha got:

‘’2014’an em bi 151 kesî çûne kongreyê lê niha bi 300 delegeyî em kongra xwe pêk tînin. Desteya rêveber 15 kes bûn lê niha 24. Ev li qadan jî wiha ye. Dîsa li nav civakê jî me zemîneke rêxistiniyê ava kir. Ango li gel hemû astengiyan jî em em têkoşîneke wiha didin ku mezin dibin. Ez dikarim vê jî bibêjim, hêzên ku kngra me ya pêşî asteng kirin, hatin kongra me ya 2. û lêborîn ji me xwestin. Ev bi keda zêde ya hevalên me û gelê me çêbû. Ji ber ku gel li me xwedî derket. Tevgera Azadî anî rewşeke wiha ku ji çareserkirina pirsgirêkên gel re bibe hêvî. Di 2 salan de me ev pêk anî. Di pêvajoya pêş me de êdî em ê bikaribin projeyên xwe pêk bînin.’’

‘LI GEL ASTENGIYAN JÎ EM MEZIN BÛN’

Dema ku me kongreya xwe ya pêşî çêkirî û piştre dema ku me dest bi xebatên xwe kirî em bi astengiyên mezin re û bi dijwariyên giran re hevrû bûn. Gelek caran hevalên em hatin binçavkirin, êşkence li wan hate kirin, zextên giran li ser me hatin danîn. Gelek hevalên me yên ku di kongra pêşî de hebûn lêdan xwarin, êrîş bi ser wan de anîn û îro hin ji wan ne li vir in. Lig elek deveran gef li hevalên me xwarin û gotin, ‘’ku hûn di nav vê tevgerê de bimînin, hûn ê lêxistinê, zindanê bînin ber çavê xwe’ û bi vî awayî gelek xebatkarên me ji me dûr xistin. Ev gelek caran bi serê me hat.’’

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah wiha got:

‘’Dema ku me konferansa xwe ya qadê amade dikir jî gelk astengî li ber me hatin danîn. Ango hêzên ewlekariyê yên ku ji ewlekariya me berpirs bûn êrîş bi ser me de anîn. Lê li dijî van hemû êrîşan li qadê bi têkoşînê me bersiv da. Îro jî di encama vê de me kongra xwe mezin kir. Ji bo vê jî li kongra me coşdariyeke mezin heye. Bi vê coşdariyê ji niha û şûn de em ê têkoşîna xwe geş bikin, civakê azad bikin.’’