'Şoreşa Rojava bi piştgiriya gel gihîşte vê astê'

Şahidên êrîşa Qestel Cîndo ya sala 2012'an gotin, çeteyan bi desteka dewleta Tirk êrîşî wan kirin, lê li gel nebûna derfetan jî her kesî ji bo parastina xaka xwe li ber xwe dan.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di çarçoveya projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de sîstema xwe ava kirine, ji bo daxwaz û hesreta azadiyê ya hemû gelên Sûriyeyê destketiyên mezin afirandine. Lê belê dewleta Tirk bi serkêşiya Tayyîp Erdogan, ji bo van destketiyên bi berdêlên mezin hatine afirandin ji holê rake, ji destpêkê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bihara sala 2011'an û pê ve, piştî ku rejîma Sûriyeyê xwe ji Efrînê vekişand, gel ji aliyekî ve bi derfetên xwe sîstema civakî û xweparastinê ava kir, li aliyê din jî li dijî çeteyên ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, parastina xwe kir.

Dewleta Tirk sala 2011'an li Ezazê rêxistineke çete ya bi navê Asîfet Şîmal ava kir. Vê rêxistina çete Cotmeha 2012'an bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş bir ser gundê Qestel Cîndo yê Efrînê ku gundekî Êzidiyan e. Armanca dewleta Tirk ji vê êrîşê ew bû, wê wextê Efrînê û temamiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Şahiyên êrîşa sala 2012'an ji ANF'ê re qala wê wextê kirin.

'HER KESÎ LI GORÎ DERFETÊN XWE LI DIJÎ ÇETEYAN LI BER XWE DAN'

Sîdo Sîdo yê ji gundê Bafûnê yê navçeya Şera ya Efrînê diyar kir ku sala 2012'an di navbera wan û çeteyên li Ezazê şer derket û got, "Koma çete ya bi navê Asîfet Şîmal a bi serkêşiya Omer Dedîgî ji Ezazê timî êrîşî Efrînê dikir. Ji wî re Omer Dedîgî digotin, lê belê em zanin ku fermandarê wan ê rastî Erdogan bû. Gel bi çekên xwe yên sivik li dijî êrîşan sekinî. YPG'ê wê wextê nehatibû ragihandin. Meclîsên me hebûn. Me hewl dida pêwîstî û pirsgirêkên gel çareser bikin. Nan jî li ser me birîn. Ji bo em karibin nan bînin, me şehîd jî dan. Dayik, zarok, extiyar, ciwan her kesî destek dida. Eger ne ji piştgiriya gel bûya, ev têkoşîn wê negihaştibûya vê astê. Me xaka xwe diparast. Ya ku wan ditir talan û dizî bû."

Ferît Oso yê ji navçeya Bilbilê ya Efrînê anî ziman, destketiyên gelê Kurd komên çete aciz dikir û got, "Çeteyan ji bo van destketiyan ji holê rakin, bi tyabetî li aliyê Yazi û Dîkmetaşê êrîş kirin. Em wê wextê ji aliyê leşkerî ve rêxistinbûyî nebûn. Wan dema ku dest bi êrîşê kirin, ji mizgeftê ji gel re axivîn. Bi hezaran mirov li hev civiyan û dest bi nobedê kirin. Şer 26 rojan dewam kir. Çeteyan piştî ku derb xwarin xwe vekişandin ser girê Parse Xatûn."

ÊRÎŞ BI BERXWEDANA DAYIKÊN AŞTIYÊ HATIN ŞIKANDIN

Sûwat Hiso ku ji gundê Qestel Cîndo ye bi bîr xist ku gundê wan gundekî Êzidî ye û got, "Roja ku êrîş bû, cejna Tac Hîlam a Êzidiyan bû. Ji nişka ve dengê doçka û teqînê hat. Topên hawanê li gund ketin. Me fêhm nekir bê çi bûye. Gundî wê rojê ji malên xwe derneketin. Yên ku êrîş kirin Erdogan û çeteyên dewleta Tirk bûn."

Hiso got, ji Bilbilê heta Racoyê li her navçe û gundên Efrînê her kes li ber çeteyan rabûn û wiha dewam kir: "Çekên sivik di destê gel de bû û bi vî rengî li ber çeteyan rabûn. Ji bo rawestandina şer, rûspiyên Efrîn û Ezazê hatin. Dayikên Aştiyê ji her devera Efrînê hatin û heta nuqteya asayîşê ya Qestelê meşiyan. Dema ku dayik dimeşiyan, çeteyan gule li wan reşandin. Lê belê dayikan xwe venekişandin. Li cihê ku lê bûn rûniştin û diya rkirin ku wê bi ti awayî rê nedin çeteyan ku xwe bigihînin Qestelê. Di encama vê de piştî hin hevdîtinan şer hinekî sekinî."

'ME 6 ROJAN LI ENIYÊ ŞER KIRIN'

Remedan ê ji Bilbilê jî ragihand, dema ku êrîş li Efrînê hate kirin, gel wê wextê li dijî çeteyan kirin û got, "Wê çaxê çekê me tine bûn. Tenê çend çekên Rûsî di destê hevalên me yên li gund hebûn. Yek-du çekên me yên otomatîk jî hebûn. Gel jî piştgirî da me û şeş rojan me li eniyê li dijî çeteyan şer kirin."

Elî yê ji gundê Tirindê yê Efrînê diyar kir, ciwan, extiyar, jin, mêr her kesî berê xwe dan qada şer û got, "Ji sê baskan ve êrîş kirin. Ez du rojan di wî şerî de mam. Hinek ji wan hatin teslîmî me jî bûn."

Mesût Dede ragihand, di demekê de ku hîn YPG ava nebûbû wan xaka xwe parastin û got, "Bi min re tenê kleşek hebû. Ew jî çeka min a şexsî bû. Ereb, Elewî, Çerkes, Êzidî ji her cihî gel hat bi piştgiriya me."

Dogan Dede diyar kir, çeteyan bi çekên giran ji Ezazê êrîşî wan kirin û wiha dewam kir: "Me jî bi çekên otomatîk û sivik li dijî wan şer dikir. Dema ku êrîşê dest pê kir, gelek dayikan çek dan destê zarokên xwe û ew şandin şer. Destpêkê ez tevlî bûm, piştre kurê xalê min û pismamê min tevlî şer bûn. Li gelek eniyan me şer kirin. Me şehîd û birîndar dan."

'EM Ê JI XETA RÊBER APO Û ŞEHÎDÊN XWE VENEGERIN'

Welat Efrîn ê ji gundê Qestel Cîndoyê diyar kir, heta wê rojê di navbera wan û gelê Ezazê de ti pirsgirêk tine bû, lê belê piştî ku dewleta Tirk çek da destê çeteyan, wan jî ji neçarî xwe parastine. Welat Efrîn anî ziman, ji bo parastina Efrînê wan çeper li ser giran çêkirin û got, "Em 15 kes bûn. Girê Parse Xatûn girekî stratejîk e. Li ser wî girî tenê heft çekên me hebûn. Rojekê dest bi girtina rêyan kirin. Mirovên diçûn nava bexçeyên xwe yên zeytûnan gotin ku hinekan pêşî li wan girtine û ji wan re gotine ku wê Efrînê dagir bikin. Danê nîvro yê rojekê jî êrîş kirin. Dewleta Tirk çek dabûn wan.

3 rojan êrîşî me kirin. Gel piştgirî da me. Herî dawî dayik heta nuqteya asayîşê meşiyan. Û heta pirsgirêk çareser bû ji wir derneketin. Piştî ku şer sekinî vê carê jî êrîş birin ser Xezoyê. Li wê derê du hevalên bi navê Egîd û Şêx şehîd bûn. Dûre êrîşî Şêx Meqsûdê kirin. Gelê li wir vê carê hatin Efrînê. Gelê Efrînê ji tinebûnê hebûn afirand. Ji bo parastina Efrînê gel her tişt seferber kir. Zarokên xwe feda dikir, pere, erzaq dida. Gelê Efrînê gelekî êş kişand, lê ti carî teslîmiyet qebûl nekir. Dayikan digotin, eger zarokekî me şehîd bû, em ê yê din bişînin. Her tim digotin, 'Em ê ji xeta şehîdan û ya Rêber Apo venegerin'."