Şewata li Şapatanê 6 roj e dewam dike

Şewata li gundê Şapatanê ya Şemzînanê derket, 6 roj e dewam dike.

Bi rojan e li gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê daristan dişewitin û 6 roj e dewlet vê hovîtiya xwe temaşe dike. Herêma ku qasî 2 kîlometreyan dûrê navenda navçeyê ye, 27'ê Tebaxê de 7 rojan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Herêmên wekî Dole, Serdolê, Hewrîsê, Kanibotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtka, Pavîzewarî û Binsulê yên girêdayê gundê Elde Sereroyê bi topan hatibû bombekirin. Herêma ku qedexe, êrîş û şewat lê berdewam dike, welatî di bin xetereyeke mezin de ne.

Ev 6 roj e şewata ku ji ber êrîşa dewleta tirk derketiye, ne dewlet vedimirîne, ne jî dihêle welatî biçin herêmê û şewatê vemirînin.