Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî hate bibîranîn

Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî (Mejdal Mîrzad) li Şengalê di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî (Mejdal Mîrzad) yê ji gundê Tilqesab ê Şengalê di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Şervanê YBŞ’ê Hewlêrî piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an beşdarî YBŞ’ê bû û bi têkoşîn û berxwedaniya xwe bû mînak. Şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî 27’ê Adara 2016’an li gundê Medîbanê şehîd bû.

Di bibîranînê de kurmamê şervanê YBŞ’ê Genco Hewlêrî, Ferhan Xelilîl axivî û got; “Di şexsê şehîd Genco Hewlêrî de em hemû şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Em soz didin şehîdan em ê xeyalên wan pêk bînin û em ê heta dawiyê şopdarê rêya wan bin.”