Şervanê ku bi keviran li ber xwe dida niha gerîla ye

Yek ji zarokên 'keviran davêje' Şervan, her ku emrê wî mezin bû, berxwedana wî jî mezin bû. Ew niha gerîla ye. Bi gotina, "Çek di dest, azadiya gelan li ser milê min e" qala têkoşîna xwe dike.

Yek ji zarokên 'keviran davêje' Şervan, her ku emrê wî mezin bû, berxwedana wî jî mezin bû. Ew niha gerîla ye. Bi gotina, "Çek di dest, azadiya gelan li ser milê min e" qala têkoşîna xwe dike.

Zarokên Kurd ku kevir davêtin polîsên Tirk û bi vî rengî mezin bûn, niha li nava refên gerîla ne. Gerîla Şervan Amed, ku piştî emrê wî mezin bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê dibêje, "Berxwedana min a zarokatiyê watedar û bedew bû. Min di zarokatiya xwe de ev bi serbilindî kir. Eger wê rojê min ew nekiriba, dibe ku îro ne li nava refên têkoşînê bûma. Têkoşîna min wê heta nefesa dawî bidome."

Gerîlayekî Kurdistanê, dema ku ji bo azadiya welatekî bi rê dikeve, vediguhere têkoşerekî azadiyê yê tevahiya cîhanê. Ji ber cesaret û şerê xwe yê dijwar, gerîla bi wêrekî û fedakarî tê naskirin. Em niha li cem yek ji van gerîlayan e. Bi gerîla Şervan Amed re li mutbexeke gerîla ne. Şervan ji navçeya Bismil a Amedê ye. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bûye. Em hinekî li ser xwarina gerîla sohbet dikin û piştre gotin tê ser wê mijara ku em û ew gihandiye hev. Gerîla Şervan beriya ku girîngiya şer û berxwedanê binirxîne, bi serbilindî û rûkenî dibêje, "Min kevir avêt çeteyên AKP'ê û berxwedana min jî bi vî rengî dest pê kir."

KEVIRÊN BI QASÎ DILÊ XWE MEZIN DAVÊJE

Ev gotinên Şervan, zarokên biçûk ên Kurdistanî tîne pêş çavên min. Zarokekî Kurdistanî ku bi kevirê di destê xwe de li ber polîsê Tirk ê bi ser wî ve tê, radibe. Kevirê bi qasî dilê xwe mezin, davêje. Her ku davêje, dixwaze hê bêhtir bavêje. Bi demê re Şervan dibe yek ji zarokên ku di her çalakiyan de cih digire. Eger di çalakiyê de ne amade be jî, çalakî wî tevlî xwe dike. Carna bi wesayîtên zirxî dorê li wî digirin. Dagirkerên ji hundirê van wesayîtan derdikevin bi ser wî ve dimeşin. Li wê bedena wî ya biçûk îşkenceyê dikin. Ew li ber xwe dide û hêrsa wî  ya li dijî dagirkeran qat bi qat mezin dibe. Di çalakiyeke din de êdî radihêje kevirekî mezintir û davêje.

DI DEMA ÇALAKIYAN DE DILÊ MIN REHET DIBÛ

Ji min re qala wan rojên xwe dike: "Piraniya emrê min li Kurdistanê derbas bû. Li nava mirovên ku xwedî çandeke welatparêziyê bûn, mezin bûm. Min di pola yekemîn a lîseyê de dest ji dibistanê berda. Ti carî kêfa min ji dibistanên dewletê re nehat. Ji ber vê yekê her gavê ez ji dibistanê direviyam. Dibistan ji bo min mîna îşkenceyê bû. Mîna ku di nava cîhaneke derewan de me. Ruhê min tengav dibû. Ji ber vê yekê di her firsendê de direviyam. Li ku derê çalakî hebû, ez tevlî dibûm. Ruhê min rehet dibû, dilê min aram dibû. Tevî tirs, panîk û fikara girtinê, kêfxweşî û serbilind jî di wê kêliyê de hebû. Min hingî ji xwe re digot, cihê min ev der e."

JI DIBISTANÊ DIREVIYAM

Bîranîneke xwe ya li ser dibistanê bi rengekî trajîkomîk vegot: "Tê bîra min, dayika min carna dihat dibistanê ji bo dersên min hîn bibe. Ew bi Tirkî, mamoste jî bi Kurdî nizanî bûn. Min jî tercûmanî ji wan re dikir. Mamoste digot, dersê min qels e, li dibistanê ne serketî me. Min jî ji dayika xwe re digot, ku mamoste der heqê min de gelekî  erênî daxive, dibêje ku di derssan de serketî me. Min dayika xwe dixapand. Ji wan hebû ku dersên min li dibistanê baş e, ji mamoste jî hebû ku haya malbatê ji qelsiya notên min heye. Ez jî di navberê de ji dibistanê direviyam. Ya rast li dibistanên dewletê, rewşa me zarokên Kurdan ji rewşa dayika min ne cuda bû. Em hînî ziman, dîrok û çanda wan dibûn. Em dihatin xapandin."

POLÎTÎKAYEKE QIRÊJ Û BÊ EXLAQ BÛ

Bi mezinbûna emrê wî re lêgerînên wî kûrtir dibe. Şervan qala polîtîkayên dewletê yên li welatê wî li dijî ciwanan dimeşîne dike: "Dijmin, polîtîkayên xwe yên qirêj û bê exlaq li ser ciwanên Kurdistanê bi taybetî yên li Amedê her tim dimeşand. Dewleta Tirk ji bo ku ciwanên Kurd sûc bikin û tiştên bê exlaqî bikin her tişt datanî pêşiya wan. Her firsend dida wan. Gelek caran ev yek bi destê xwe dikir. Bi destê xwe narkotîk dida û dikir sîxur. Bi sedan ciwanên me xist nava çirava narkotîkê. Armanca wan afirandina ciwanên dûrî rastiya xwe û ciwanên li ber xwe nadin. Dixwestin ciwanên Kurd bikin dareke hişk bûye."

DEWLET JI CIWANÊN RÊXISTINBÛYÎ DITIRSE

Şervan bal kişand ser rola PKK'ê ya li dijî van polîtîkayên dewletê û destnîşan kir, ji ber ku PKK'e radestiyê derdixîne holê û gel ronî dike, dewlet vê yekê li dijî xwe weke xeteriyekê dibîne: "Ji ber ku pêşî li hemû planên qirêj ên dewleta faşîst digirt." Şervan wiha dewam kir: "Ji bo rêxistinbûn û zanebûna gel têdikoşe. Dema ku vî şerî dike, bi taybetî jin û ciwanan zane dike. Di rewşeke bi vî rengî de dijmin tengav dibe. Dewleta ku li pêşberî PKK'ê qels maye, ji jin û ciwanên rêxistinbûyî, zane û berxwedêr gelekî ditirse. Ji bo ev nebe jî, polîtîkayên bê exlaq dimeşîne."

EZ BI EVÎNDARÎ DIÇIM DIBISTANÊN PKK'Ê

Gerîla Şervan nêzîkatiya xwe ya li perwerdeyê vegot: "Perwerdeya ku min li dibistanên dewleta Tirk dît, bi kêrî min nehat. Zerar li min kir. Min 9 salan li wan dibistanan çi xwend, der barê xwe de çi girt? Ne tiştek. Bêguman di dema xwe de pê hesiyam û min terikand. Dijmin heta ku ji dest tê hewl dide me di nava lepên xwe de bigire, ji rastiya Kurdîtiyê vegire. Lê bi ser neket. Em zarokên keleha berxwedanê ya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan e. Piştî ku mirov nirxên xwe yên mezin nas dikin û berxwedanê hîn dibin, nepêkan e ku mirov nedin dû. Ez niha bi dilxwazî û evîndarî tevlî perwerdeya li dibistanên PKK'ê dibim. Xweş li dersan guhdarî dikim, hewl didim hin tiştan hîn bibim. Ji ber ku li van dibistanan bi zimanê xwe, çand, dîrok, rastiya şer û jiyana esasî hîn dibim."

BI MEZINBÛNA EMRÊ MIN RE DIVIYABÛ BERXWEDANA MIN JÎ MEZIN BIBÛYA

Dema ku gerîla Şervan daxive, çeka wî ya bi metreyekê dûrî me ye li ber çavên min dikeve. Zarokê ku beriya niha bi salan bi keviran li ber xwe dida, niha bi çekê têdikoşe. Bi rûkenî dewam kir: "Belê, beriya bi salan zarokek bûm, min bi keviran şer dikir. Niha jî gerîla me, li navenda şer çek di dest, azadiya gelan jî li ser milê min e... Berxwedana min a zarokatiyê watedar û bedew bû. Ji ber ku ev xweparastina min, xweparastina zarokên Kurd bû. Min ev yek di zarokatiya xwe de bi serbilindî kir. Bi mezinbûna emrê min re diviyabû têkoşîna min jî mezin bibûya. Eger wê rojê min ew nekiribûya, dibe ku îro ne li nava refên têkoşînê bûma. Berxwedana min a wê demê ez gihand nava refên gerîla. Heta nefesa xwe ya dawî ez ê têbikoşim. Heta ku têkoşîna azadiyê ya Kurd hebe, berxwedana bi keviran a zarokan wê ji nifşên nû re her tim bê vegotin."