Şervan: Heta ku AKP neyê hilweşandin ti Kurd azad nabe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan got, "Heta ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku desthilata xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye neyê hilweşandina ti Kurd nikare azad û rehet bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan bal kişande ser berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê ya sala 2021’an û got, ‘’Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’’ ya ku tevger me û gelê me bi her hawî xwe tevlê kiriye destkeftiyên girîng bi dest ve anîne û li her qadê çalakiyên domdar danîne. Em serdeme wiha ta têkoşînê ya bi destkeftiyên mezin li pey xwe dihêlin û hewl didin sala nû pêşwazî bikin. Bi şikestina mezin a dijmin a li Garê xwarî, ku dijmin meha sibatê biryargehên gerîla kiribû hedefa xwe, têkoşîna salê dest pê kir. Ev serkeftina ku hêzên me yên gerîla bi taktîkên nû yên şer geş kiri, şêwaza şer ya serdema nû danîn holê. Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger ku ev hezm nekirî ji bo ku tolê hilîne li ser Metîna, Zap û Avaşînê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin û li dijî van navendên berxwedanê çêbûn’’

Şervan wiha domand: ‘’Geşedana herî girîng a ku berxwedaniya gelê me geş kirî ev aliyê berxwedaniyê yê gerîla bûye. Di vê dema bihurî de em tevger û gerîla li ser vê xetê sekinînin û em têkoşiyan. Di berxwedana gerîla û gel de azadiya Rêbertî bûye rojeva herî girîng. Bi vê maneyê li qada navnetewî raman û felseya Rêbertî di serî de li qada Rojhilata Navîn li qada Ewropayê zêdetir hatiye nîqaşkirin.’’

Şervan berxwedana li Qadên Parastinê yên Medyayê yên li dijî operasyona dagirkeriya Tirk bi bîr xist û got, ‘’Gerîla li kelehên berxwedanê yên Zendura, Werxelê û Tepê Sor li dijî teknîka herî pêşketî ya dijmin li tûnlelên şer berxwedaniyeke dîrokî kirine. Bi vê bmaneyê taktîkên gerîl ya erdema nû ku bi berxwedana Garê dest pê kirî li qadên dagirkeriyê yên nû bi rengekî karîger hatiye bikaranîn. Li bara rêça berxwedanê ku Cumalî û Amarayan li Avaşînê danîne holê dijmin têkçûna xwe qebûl kiriye û mecbû maye ku qedemeyekê bi paş ve vekişe.’’

Şervan li ser têkoşîn û encamên sala bê jî got, ‘’Di sala têkoşînê ya partiyê de ya li pêşiya me, em ê serkeftinên mezin bi dest ve bînin û ji bo gelê me encamên girîng bînin Di vê demê de çawa ku dijmin ji ber derbên ku ji gerîla xwarî ketibe nav hesabên vekişînê, bi çalakiyên nû yên pêngava Dema Dema Azadiyê ye, ev sal wê bibe saleke wiha ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ber bi hilweşînê ve biçe. Her wiha bi berxwedana têkoşîna xurt wê bibe sala ku pergala tecrîdêya Imraliyê were hilweşandin.’’

Şervan bal kişande ser çalakiyên gelên li Ewropayê, diyar kir gelê Kurdistanê yê li Ewropayê bi rengekî xurt tevlî nav pêngava ‘Dema Azadiyê ye’’ bûye, li dijî êrîşên bi çekên kimyewî yên li ser qadên gerîla çalakiyên protestoyî kirine, her wiha li dora daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî çalakî domdar kirine. Şervan çalakiyên radîkal ên ciwanan ên van demên dawî jî bi bîr xist ku bi çalakiyên xwe raya giştî çêkirine, polîtîkayên dijmin zêdetir teşkîr kirine. Derbarê çalakiyên jinan jî Şervan got bi tevlêbûna bi girseyî zindîbûnek dane çalakiyan.

Şervan berxwedana gerîla, gel, ciwan û jinan, tevlêbûna bi girseyî ya li pêngava Dem Dema Azadiyê ye destnîşan kir û got, ‘’Hemû dane nîşan didin ku di sala nû ya têkoşînê de dewleta TC’ê ya dagirker li nav xwe û li derve wê pir zor lê bibe û qels ibe. Ji niha ve tê dîtin ku ji her alî ve, jib o gelê me wê bibe sala serkeftinên mezin. Li her her çar parçeyên Kurdistanê tevlêbûna li pêngavê bi asteke pir xurt bûye.’’

Şervan li ser rengê pêngava Dem Dema Azadiyê ya li Rojava jî got, ‘’Niha pêngava Dem Dema Azadiyê ye li Rojava çawa pratîk dibe. Divê ev êrîş û taloke hemû bêne dîtin û çalakî weri kirin. Heke em dixwazin li Rojava têkiliya parçe û giştî rast zevt bikin divê mirov malxweyitiya mezin li berxwedana gerîla bike û vê geş bike. Ne ku mirov tenê xeta parastinê ya li pêngavê bifkire, li gel vê divê mirov mezinkirina şoreşê û geşkirina wê weke peywireke girîng bibîne. Ji ber vê jî divê têkoşîna îdeolojîk zêdetir were berbelavkirin. Ji ber vê, perwerde û rêxistiniya civakê bi asta herî bilind divê mirov bike û xebatên bi vî alî berbevla bike. Ev xebat jî têne maneya kûrbûna şoreşa civakî, çandî, exlaqî û polîtîk. Li dawiyê piştî ku Xeta Modernîteya Demokratîk bi hemû hêlan ve li nav civakê temsîla xwe dît şoreşa dikare were parastin. Civaka bêyî parastin nikare xebatên avakariyê rê ve bibe, jiyana komunal çêabe. Li gel vê bêyî komunê ti parastin li Roajva geş nabe.’’

Şervan wiha domand. ‘’Li gel van hemû geşedanan jî, Erdoganê faşîst û tîma wî dibe ku êrîşên bi dînîtî bînin ser Rojava. Ji bo ku li nav xwe pêşî li hilweşandinê bigire û li derve jî desteka hewce bistîne û li ser piyan pimîne dibe ku hewldanên wiha bike. Divê mirov li ser van hemû dibêtiyan bifikire û hêzên şoreşê yên Rojava haziriyên xwe bikin û bersiva herî xweş li qadê mirov bide dijmin. Bi van êrîşan dibe ku dawî li desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst were, ji ber vê divê mirov pir balder nêzîk bibe.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan tevlêbûna li pêngava Dem Dema Azadiyê ye ya li Iraq, Başûr û Şengalê bi bîr xist, diyar kir asta xwediderketina li pêngavê bi asteke girîng û rêxistiniyên girîng derketine holê. Şervan hilbijartina dawî ya li Iraqê destnîşan kir, got derketiye holê ku ti hêviya gel ji hêzên dethilatê nameye. Şervan got, ‘’Şer û pevçûnî, çaresernebûna kul i Iraqê derketî holê divê mirov weke terisîna pergala kapîtalîst a li Rojhilata Navîn binere, ji hêla her kesî ve hatiye dîtin şerê cîhanê yê 3’an ku bi Iraqê re dest pê kiriye ti çaresreî neanîye û li qadên din jî wê bi ser nekeve.’’

Şervan wiha domand: ‘’Dewleta TC’ê ya dagirker û hevkarê wê PDK wê bixwazin ji vê rewşa kaotîk a li Iraqê sûd werbigirin. Di tifaqa hilbijartinê ya Iraqê de bi hev re tevgeriyane û xwestine ku li gorî xwe rêveberiyekê ava bikin. Dikarin encamên hilbijartina dawî jib o xwe weke fersendê bibînin û planên hevpar ên êrîşê yên TC û PDK’ê li ser Şengalê û qadên Mexmûrê deynin. PDK di vê hilbijartinê de qels ketiye û gelek dengên wê kêm bûne. Li bara parastina rewa ya gelê me yê Şengalê, Êzidiyan PDK rasterast newêre êrîşê bîne. Ti meşrûiyeta peyama 9’ê Cotmehê ya bi Iraqê re danîn nemaey.e Rêveberiya Iraqê ji bo ku hay ji vê rewşê heye xwe nedaye ber ku bi PDK’ê bi hevkarî tevbigere.’’

Li ser rola jinê ya di pêngava Dem Dema Azadiyê ye jî Şervan got, ‘’Serkertina pêngava Dema Azadiyê ye, ji bo jinan ji her demê zêdetir dema xebat, rêxistinî û berxwedanê ye. Jin wê jiyana xwe ya azad û serbixwe ava bikin. Pêşengiya jinan bi rengê herî çalak  li nav hemû civakê pêkhatina temsîla wê wê serkeftinê bîne. Jinên Kurd li hemû qadên jiyanê wê pêşengiyê li azadî û berxwedaniya xwe, li xebatên xwe bikin û avakirina civaka azad bi ser bixin. Encex bi vê bingehê wê wê bikaribin azadiya fizîkî ya Rêbertiya me, damezirandinda Kurdsitanê û azadiya jinê bi dest bixin.

Di pêvajoya pêngavê de pergala tecrîdê ya li Imraliyê û berxwedana Rêber Apo ji bo tevgera me û gelê me diyarker bû. ‘’

Têkilî geşedanên sala nû Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan got, ‘’Ji niha ve hatiye dîtin pêngava Dem Dema Azadiyê bi serkeftinên mezin em ê rojevê zevt bikin. Li Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê em serdemeke wiha dijîn ku tevgera me bi çalakiyên xwe û hêza xwe ya gel dema herî çalak e. Bi pêngava Dema Azadiyê azadiya gelê me yê li çar parçeyan hatiye armanckirin û plansaziya vê hatiye kirin. Di çalaki û xebatên rêxistinî ku derketine holê hemû Kurd bi ser ketine.

Di serdema 44’an a têkoşînê ya partiya me de berxwedan û çalakiyên pêngavê yên gerîla wê mohra xwe li pêvajoyê bide. Ji ber vê girîng e ku li her herêm û parçeyên Kurdistanê ji bo tevlêbûna li pêngavê û xebatên rêxistiniyê werin geşkirin. A herî rast e ku mirov dewleta faşîst a Tirk têxe navenda hemû çalakiyên xwe ku ji bo dijminatiya li Kurdan hemû derfetên xwe seferber kiriye. Desthilata faşîst a AKP-MPH’ê dijminatiyê li hemû Kurdan û dostên Kurdan dike. Heta ku rejîma faşîst ku desthilata xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye neyê hilweşandina ti Kurd nikare azad û rehet bibe. ‘’

Şervan wiha domand: ‘’Bi derbên giran ên li desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û hilweşandina wê, wê tenê ne Kurdan bi ser bixe her wiha gelên Ereb ên li Rojhilata Navîn jî bi ser bixe. Ji vî alî ve ji hêla siyasî ve divê tespîta hedefan xweş were danîn. Analîz û plansaizyên ku ji vî alî ve rast nehatine danîn di pêvajoya dîrokî de tim têk çûne.Ji ber vê jî peywira me ya sereke ye ku em desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku ji her alî ve her tiştê wê derketiye holê hilweşînin. Li gel vê ji bo azadiya Rêber Apo û pêşî li dagirkeriyê were girtin divê xebat werin kirin.’’

Şervan bi domdarî got, ‘’Divê mirov domdarî û tempoya pêngava Dem Dema Azadiyê kêm neke. Di pêvajoyeke wiha de ku em li serkeftinê rawestiyane tevgera me helwesta parçeyî û navberdayinê qebûl nake. Ji bo hilweşandina rejîma faşîst, azadiya Rêber Apo, bidawîkirina êrîşên dagirker, divê çalakiyên pir zengîn û zêde werin kirin. Bi bîreweriya ku em ji pêvajoyeeke pir nazik û krîtîk derbas dibin, em tevger û gel divê bi rihê seferberiya giştî tevlî têkoşînê bibin. Em hem pêvajoyeke wiha dijîn ku êrîşên îmha û qirkirinê tên dijmin pir dijwar bûne û li gel vê em di serdemeke wiha ya têkoşînê de ku gelê me herî pir nêzîkî azadiyê ye.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Cafer Şervan herî dawî got, ‘’Ji bo derketina ji krîza herêmê tekane rêya çareseriyê Rêber Apo tê dîtin. Ji ber vê, di sala û de em ê bikevin demeke wiha ku nêzîktirî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Ji ber vê berpirsyarî û peywira li ber gelê me ew e ku li hemû qadan rêxistiniya çalakiyên domdar û girseyî bêne kirin. Divê li navenda xebatên me yên civakî û tevgerê azadiya Rêber Apo hebe.’’