Şerîk: Şerê taybet ê berfireh tê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk got desthilata berdest a Tirk li ser mîrateya dewleta Tirk bi rengekî berfireh şerê taybet rê ve dibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk got halê hazir rêveberê şerê taybet desthilata AKP-MHP'ê ye û got, ''Şerê psîkolojîk jixwe 24 saetan te kirin. Tim  li ser civakê bombebarana şerê psîkolojîk heye, tînin rewşeke wiha ku civak nikaribe tiştekî dî bifikire, tim mekanîka darbeyê sazkar e. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP jî vê rê ve dibin.''


Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk got dema ku dewleta Tirk were nirxandin divê were zanîn bê ka li ser çi bingehan, çi mîreteyê hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk li ser van mîrateyan ava bûye û ji ber vê jî heta ku ev rabirduya wê neyê zanîn nirxandinên li ser şerê taybet ên dewleta Tirk wê berbiçav nebin û diyar kir, şerê taybet ê Tirk li ser sê lingan ava dibe: Şerê derî nîzamî, darbe (jê re tevgerên îstîktarê dibejin) û şerrê psîkolojîk.

Şerîk got şerê taybet, ''Li ser van sê lingan ava dibe lê dema ku şerê derî nîzamî tê kirin wê demê şerê psîkolojîk jî tê kirin. Dema ku şerê derî nîzamî tê kirin hedefa xwe jî şikandina vîna civakê, arestekirina hişê civakê ye. Dema ku bi şerê derî nîzamî şerê psîkolojîk tê kirin ji aliyê dî ve jî rejîmên ku civakê çavtirsandî bikin, di bin zextê de bihêlin jî têne avakirin. Ango hewl tê dayin ku zemîna darbeyên leşkerî jî ava bikin ku jê re 'tevgera îstîkrarê' dibêjin.  Ji darbeyan jî hedef ew e ku şerê derî nîzamî bikin şerekî kontrgerîla û civakê ji hêla fikrî ve ji nû ve ava bikin. Ji vî alî ve sê lingên şerê taybet her dem hene lê carinan hin ji van dertên pêş lê dîsa jî hedefên ku yên din pêş bixin jî hene.

Niha her sê alî bi hev re têne rêvebirin. Hemû jî li ser şerê psîkolojîk digihijin hev.''

Şerîk bi berdewamî bal kişande ser têkoşîna gerîla ya li dijî dewleta Tirk û got, ''Dewletên mêtingeriya qirker li dijî têkoşîneke wiha li gorî xwe rengekî şer derxistine holê. Ji vê re jî şerê taybet dibêjin.

Ev şerê taybet li dijî gerîla şerê bi artêşê red dike, ev tê domandin lê her wiha li gorî taktîk, tevger û şêwaza têkoşîna gerîla avaniyên leşkerî datîne. Ji vê re jî yekîneyên kontrgerîla dibêje. Ne şerekî wiha ye ku tenê bi îmhakirina yekîneke gerîla sînordar e, her wiha li dijî civakê jî şerê derî nîzamî tê kirin'' û diyar kir li dijî civakê şer bi rengê êşkence, revandin, fidye sabotaj, tecawiz, şewitandin, talan tê kirin, çi rê û rêbaz hebin ku civakê çavtirsandî bikin, bikin ku bi paş ve biçe tê ceribandin. Şerîk got, ''Navê şerê gemarî ev e. Bi vê hêla xwe şerê taybet dibe şerê gemarî.''

Şerîk têkilî 'şerê psîkolojîk' jî got, ''Şerê psîkolojîk bi zanebûna şikandina vîna civakê ya ji hêla hişmendiyê ve ye, arestekirina wê ye. Hedef ew e ku berê hişmendiyê bidin devera ku ew dixwazin. Di şerê psîkolojîk de her cure rê û rêbaz têne bikaranîn. Mînak, dema ku tevgereke leşkerî tê kirin her demê vîn tê şikandin .Şikandina vînê ji bo teslîmgirtinê ye. Şikandina vînê û teslîmgirtin jî armancên sereke yên şerê psîkolojîk in.

Bi rêbazên şerê gemarî yên dijî civakê armanc ew e ku civak nikaribe li dijî dijmin tevbigere. Bi şerê psîkolojîk jixwe armanc ev e. Şerê psîkolojîk ne tenê şerekî li ser propagandayê ya îdeolojîk e. Tê de hem şerê derî nîzamî û hem jî şerê gemarî heye. Ev hemû êrîşên ku pê civakê bi amûrên şerê îdeoloîk dezenforme dikin di nav şerê taybet de ne. Li ser vê xalê nêzîkatiyeke şaş heye.''

Şerîk bi berdewamî got dema ku 'şerê psîkolojîk' tê gotin tenê propangandaya ser çapemeniyê tê fêhmkirin, girtina rojname, radyo, televizyonan, propandayên derew, ji yek navendê agahdarkirina civakê tê fêhmkirin, lê şerê psîkolîk ne tenê ev , li gel van her wiha şerê derî nîzamî ye jî û hedefa xwe arestkirina hişmendiya civakê, bi arestekirina hişmendiyê şikandina vînê, teslîmgirtin heye, arestekirina civakê ya li gorî daxwazên xwe ye ango pê tê xwestin ku civakê bi derewên xwe bidin bawerkirin.

Şerîk têkilî 'qirkirina çandî' jî got, ''Dema ku qirkirina çandî tê kirin ya ku rûdide ne tenê asîmîlasyon e. Asîmîlasyon bi tena serê xwe têrê nake ku nirxên civakê tine bibin.  Di qirkirina çandê de asîmîlasyon xwedî cih û roleke girîng e lê di qirkirina çandî de armanc ew e ku ew nirxên ku mirovan dikin mirov ji holê werin rakirin. Qirkirina çandî ya li Kurdistanê armanc dike ku civakîbûna Kurdan bi temamî ji holê were rakirin. Her wiha ev qirkirina çandî tenê bi civaka Kurdistanê re sînordar namîne. Hemû mirovên li cografaya Anatolojiyê jî vedihewîne.''

Şerîk bal kişande ser hîmê dîrokî yê şerê taybet ê Tirk û got, ''Bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re pêşî civak hatiye serkutkirin. Piştî vê ji hewl hatiye dayin ku civak ji hêla fikrî ve ji nû ve were avakirin, xwestine ku nifşê nû li gorî vê fikrê were danîn. Girseyên sereke yên desthilata AKP-MHP-Ergenekonê bi şerekî wiha yê psîkolojîk derketine holê. Bi pêvajoya 40 salî rastiyeke wiha derketiye holê. Ew rastiya civakî ya ku hatiye çêkirin, bûye hîmê desthilata faşîst a berdest. Ji bilî dînîgirî û milliyetgiriyê ti rengekî dî yê ramangeriyê li ber civakê nehatiye danîn. Ji bilî van herduyan hemû rengên din ên ramangeriyê weke dijmin hatine danîn. Ev jî bûne argûmanên sereke yê şerê taybet ên ku AKP-MHP rê ve dibin.''

Şerîk bi berdewamî got,''Ji bo ku darbe werin kirin civak ji vê re têne hazirkirin. Bêyî şerê psîkolojîk darbe nabin .Civak ji darbeyan re têne hazirkirin. Dema ku darbe têne kirin ji bo ku civak jixwe jê re hatine hazirkirin li dij ranabin. Darbeya 12'ê Îlonê wiha bû. Ji bo vê bikin jî bi temamî şerê derî nîzamî, şerê taybet ê gemarî dikin. Komkujiya Meraş, Sêwaz, Çorum, Meletî hatine kirin. Civak kirine halê înfîalê. Ji hêla dînî ve dabeşbûna mezhebî yên Elewî, Sinî çêbûne. Komkujî çêbûne.''

Şerîk diyar kir li Tirkiyê li dijî civakê şerê gemarî heye, komkujî hene, mirov têne kuştin, revandin, tecawiz li wan tê kirin, talana aborî heye û got, ''Ango hemû tiştên ku em jê re şerê derî nîzamî an jî şerê gemarî dibêjin hene. Şerê psîkolojîk jixwe 24 saetan te kirin. Tim  li ser civakê bombebaran şerê psîkolojîk heye, tînin rewşeke wiha ku civak nikaribe tiştekî dî bifikire, tim mekanîka darbeyê sazkar e. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP jî vê rê ve dibin.  Yanî şerê tabet li ser sê lingan îro ew rê ve dibin.''

Şerîk her wiha got, ''Li Kurdistanê dewlet weşanên Hîzbûlkontra û hevkarên wan teşwîq dike. Ji Kurdan re dibêjin, ''di nav van de xwe bibînin''. Bi van dixwazin ji nû ve teşeyekî bidin civakê. Dema ku ev tê kirin jî li Kurdistanê rêveberiyên xwecih hatine desteserkirin. Şaredarî ji bo Hîzbûlkontra û AKP'ê bûne deriyê rantê. Bi vî rengî kesê ku dixwazin dikin kar, derfeta madî didin wan. Wiha li dor wan derdorek tê çêkirin.''

Wê bidome...