Şenyaşar: Dozger sûc dike!

Ferît Şenyaşar ku berxwedanê didomîne got, dozgerê gotî, ''kirdar nediyar'' sûc dike.

Ferît Şenyaşar di roja 181'an de berxwedana xwe didomîne. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo ku nexweş bû nekarî were ber edliyeya rihayê.

Ferît Şenyaşar diyar kir nobeta wan di bin zilmê de didome, diya wî ji bo ku nexweş e neheatiye nobetê lê sibe dîsa wê hazir be û got heta ku dad bi cih were ew ê nobeta xwe bidomînin.

Di girteka teşhîsê ya Emniyetê de gotina, ''kirdar nediyar'' hate bi kar anîn. Şenyaşar li dijî vê helwest nîşan û got, ''Diyar min derheqê komkujiya li nexweşxaneyê, li gel wêneyan teşhîs kiriye. Dema ku em bi dozgerê 7'an ê dosyayê re axivîn, gotibû, ''me 23 kesên ku li nexweşxanê komkujî kirin tespît kirin. Piştre cihê wan hate guhartin. Dozgerê 8'an ê ku hatî daxwaza me qebûl nekir. Dozgerê 9'an ê ku li dosyayê dinere têkilî komkujiya li nexweşsanê gotiye, ''kirdar nediyar''.

Şenyaşar bi bîr xist ku komkujiya li nexweşxanê li ber çavê her kesî hatiye kirin, kamerayên nexweş hene hene li gel vê jî dozgerê ku dibêje, ''kirdar nediyar'' sûc dike.

Şenyaşar her wiha got heta ku daxwazên wan bi cih werin e wê nobeta xwe bidomînin.