Şêniyên Wargeha Mexmûrê êrîş û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî, PDK’ê ku êrîşê gerîlayên azadiya Kurdistanê dike, şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku hay ji rewşê hebe û xwe ker neke.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li herêma Sîdekan bi tundî şermezar kir.

Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, di kesayeta şehîdên meha Îlonê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Têkildarê êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Sîdekanê li ser navê xelkê wargehê Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî êrîşa PDK’ê ya li herêma Sîdekan ya li dijî gerîla şermezar kir û wiha axivî: “Ji zû ve ye ku li herêmên derdora me êrîş û geşedan diqewimin. Hemû curên êrîş û xiyanetê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê tên kirin. Sê sal in ku Rêbertî tê tecrîdkirin, ev nîşaneya wê yekê ye ku dixwazin hemû gelê Kurdistanê sedsaleke din jî qir bikin, wan ji hemû mafan bêpar bihêlin, me Kurdan ji axa me bikin koçber.’’

Şirîşeyî her wiha da zanîn ku dijminê Kurdan li gel xiyaneta navxweyî bi piştgiriya hêzên hegemon bi her awayî di nava êrîşê de ne û wiha pê de çû: “Eger ev sê sal in tecrîd li ser Rêbertiya me ye, ev îspata wê ya herî şênber e. Di heman demê de di van sê salên dawîn de bê navber li ser gerîlayên azadiya Kurdistan şerekê bê eman tê kirin. Di vî şerî de ne pîvan tên naskirin û ne jî tu wijdan û exlaq vê yekê qebûl dike. Li ser gerîlayên azadiyê hemû curên çekên qedexekirî tên bikaranîn. Dixwazin di van heşt salên dawîn de bi van şeran bigihijin encamê. Lê çi dikin bila bikin ew nikarin bigihîjin daxwazên xwe.”

Di dawiyê de Şirîşeyî wiha got; “Wek tê zanîn bi hatina Hakan Fîdan ya ji bo Iraq û Bexdayê re ev êrîş ketiye qonaxeke nû. Em bang li raya giştî û cîhanê dikin ku bila şiyar bin û vê rewşê ji nêz ve bişopînin. Ev êrîş ne tenê li ser partiyekê yan jî li ser parçeyekî ye, ev êrîş êrîşeke sedsalî ye. Kesên ku hevkariya vê xiyanetê dikin em gelê wargehê wan şermezar dikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire xiyanet’ qediya.