Şêniyên Sûrê dibêjin 'Kêr gihîştiye hestî'

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê, ku dewleta Tirk di bin navê 'veguherîna bajêr' de hewl dide xera bike, her malek xwedî çîrokekê ye. Aliyê hevpar ê van çîrokan jî, zilma dewletê ye.

Dema ku Amed tê gotin, di destpêkê de Sûr a 6 hezar salî tê bîra mirovan. Ev kolanên teng, dêr, mizgeft, sînagog, xan, hemam û kerwansar, ku di serdema nûjen de zêde nayên dîtin, mirovan dikin heyranê xwe. Sûr a bedew û dîrokî, ev 2 sal in tê xerakirin, ji mirovan tê xalîkirin. Bi şerê 2015'an de, 6 taxên navçeyê bi hinceta 'ewlekariyê' ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin. Ev yek, kiryarên waliyê herêmê yê sala 1930 tîne bîra mirovan. Ku vî waliyê wê demê, ji bo 'Bêhn li Sûrê vebe' dest bi hilweşandina bedenên wê kiribû. Taxên Alîpaşa û Lalebeyê, ku xaniyên dîrokî yên dawî yên Sûrê lê ne, ji 23'ê Gulanê ve tên xerakirin. Li gel xerakirinê, av û elektrîk li ser şêniyan hatiye birîn û bi vî rengî hewl tê dayîn, berxwedana gelê Sûrê were şikandin. Dîrok di şexsê malbatên Sûrê de li dijî rûyê mêtînger, yek tîp kirin û tinekirinê yê dewletê li ber xwe dide.

ZAROKÊN SÛRÊ DIDIN PÊŞIYA ME

Dema mirov ji 'Çîftkapi' dikevin nava Sûrê, tişta ku ewilî mirov lê rast tê, polîsên bi çekên giran kulûbeya nobedê ne. Gava ber bi kolana xanî lê bê xerakirin ve dimeşin, em cihê xaniyên bên xerakirin ji zarokan dipirsin. Ji kolanên teng û li ber xaniyên dîrokî em derbas dibin. Zarokên Sûrê didin pêşiya me. Kader a 8 salî, di rê de ji me re qala jiyana xwe ya li Sûrê dike. Dibêje ku li xaniyên hatine valakirin av û elektrîk nîne û bi zorê hewl didin xanî werin valakirin.

KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ

Dema ku em digihêjin Alîpaşa û Lalebeyê, em li jinên li kolanên teng rûniştine rast tên. Em silavê didin jinên ji 25 heta 60 salî yên li kolanê rûniştine û bi germî me pêşwazî dikin. Li van kolanên teng, dengê zarokan bilind dibe. Bi lîstikên 'Qitik', 'Dok' û Pênc Kevir' dilîzin. Dibe ku niha gelek zarokên Kurd bi van lîstikan nizanin. Tevî vê xemla dîrokî ya Sûrê, dixwazin lîstikên nava kolanan ên zarokan jî ji wan bigirin û bi vî rengî hiş û bîra jê bibin. Em li jinan vedigerin û li halê wan dipirsin. Ji wan dipirsin ku çima xaniyên wan tên xerakirin? Rûyê wan ê li ken ji nişka ve bi hêrs dibe Dayika meryem a 60 salî bi gotina "Kêr êdî gihîştiye hestî" dest bi axaftina xwe dike.

'DI DESTPÊKÊ DE EM JI LICÊ DERXISTIN, NIHA JÎ ME JI SÛRÊ DERDIXÎNIN'

Meryem Tosûn a li Lincê ji dayik bû, di salên 90'î de piştî ku gundê wan hate şewitandin û zexta cerdevanbûnê qebûl nekirin, neçar man bexçe û heywanên xwe biterikînin û tevî 4 zarokên xwe ji Licê derkevin. Dayika Meryem anî ziman, ku berî 27 salan ew bi 3 malbatan re li Sûrê li xaniyekî bi cih bûne û qala zilma dewletê dike: "Ji ber ku xaniyê me yê li Licê şewitandin, şevekê bi zorê bi zarokên xwe em jê derketin. Kirêya xaniyên li Sûrê erzan bû, ji ber vê yekê me bar kir vir. Bi mehan em 3 malbat bi hev re man. Em xebitîn û me xaniyê ku em lê dimînin kirîn. Zarokên me li vir mezin bûn. Me cîrantiya xwe ya li gund li vir jî çêkir. Me ev der weke gundê xwe, mala xwe û parçeyek ji bedena xwe dît. Eger piçek şeref bi dewletê re ma be, wê ji ber zilma ku berî 27 salan kir lêborînê bixwaze û alîkariyê bide me. Lê belê deccalê ku tirsa Xwedê pê re nîne, heman piştî piştî salên dûr û dirêj dîsa dike."

'EM BIMIRIN JÎ EM Ê JI XANIYÊ XWE DERNEKEVIN'

Dema ku dipirsim; 'Hûnê çi bikin?' Dayika Meryem serê xwe dihejîne û dibêje, "Em bimirin jî em ê ji xaniyê xwe dernekevin. Cihekî em biçin nîne. Berî 30 slaan me dest ji xaniyê xwe berdan û hatin vê derê. Vê carê bila canê min ji min bistînin. Zarokên min mezin bûn. Zarokên min hene ku wê karibin min bispêrin axê û li ser min diayê bikin. Ji vê saetê û pê ve tiştekî ku winda bikim nîne."

Dayika Meryem ku bi rojî ye, vê gilî û gazinê dike: "Çima kesek li cem me nîne? Çima em bi tenê hiştin?"

Jinên li derdorê jî serê xwe dihejînin û gotinê wê erê dikin. Çîroka hemûyan dişibe ya dayika Meryem. Gelek ji wan ji ber ku xaniyên wan hatine şewitandin, ya jî ji ber sedemên aborî hatine Sûrê bi cih bûne. Ji hev re qala zor û zehmetiyên xwe dikin.

HEMÛ JÎ MEXDÛRÊ DEWLETÊ NE

Dayika Naîle ku bi xavika spî û fîstanê xwe bi bêdengî rûniştiye, piştî wextekê dest bi axaftinê dike. Bi gotina "Me gelekî kişand keça min" dest bi axaftina xwe dike û dibêje, ew ji navçeya Şemrex a Mêrdînê li Sûrê bi cih bûne. Naîle Solgûn, mexdûra sîstema cerdevaniyê ye ku dewletê di salên 1990'î de ferz dikir. Dayika Naîle 8 zarokên xwe li Sûrê mezin kir. Û dewam dike: "Xaniyê me luks nîne, lê belê gelekî bedew e. Em li vir kêfxweş in. Me avahî jî, erd jî ji dewletê nexwest. Dixwazin me di nava çar dîwaran de bihêlin û bêhnê li me biçikînin. Em hîn bûn tevî zarokên xwe li vir bijîn. Em li vê derê, mîna malbatekê xwedî li hev derdikevin. Bila dewlet destê xwe ji mala me, ji taxa me, ji zarokên me vekişîne."

BI ÇAVÊN ZAROKAN...

Piştî sohbeteke demdirêj a bi jinan re, me xwest wêneyê wan bikişînin. Wan jî ev gilî û gazin kirin: "Her kesî wêneyê me kişand. Em kirin reklam. Kes nebû derman ji derdê me re . Em êdî naxwazin kes wêneyê me bikişîne. Derdê me têra me dike." Me hev hembêz kir û em ji cem wan çûn. Li kuçeyan, zarok li me civiyan. Zarokên ku ji emrê xwe bêhtir têgihiştî ne û haya wan ji her tiştî heye. Dema ku bihîstin em rojnamevan in, gotin, "Xwişkê wêneyê me jî bikişîne, em jî di televîzyonê de derkevin." Di her wêneyî de nîşaneya serketinê kirin û ji bo pirsa "Hûn çi dikin?" ev bersiva balkêş dan: "Ma em çi bikin. Em keviran davêjin polîsan. Em taxa xwe diparêzin. Ev ên bê mîna, avê nadin. Em jî avê tînin taxê. Wekî din, em nobedê digirin. Bila polîs were, em ê li wan bidin."

LI DORA SIFRA 'RÛYÊ ERDÊ' LI HEV DICIVIN

Bi nêzîkbûna fitarê re sifreya 'rûyê erdê' ya ji aliyê HDP'ê ve hate amadekirin, tê danîn. Şêniyên taxê jî alîkariya danîna sifrê dikin. Li dora sifreyê yên herî bi kelecan, bêguman zarok in. Zarok yekser cihê xwe li dora sifreyê digirin û dest bi xwarinê dikin. Dayik û bav jî li benda banga melê ne. Hêdî hêdî ji nava bedenên Sûrê roj diçe ava, bang tê kirin, dia tê kirin û yên bi rojî ne fitara xwe dikin. Piştî xwarinê, şêniyên taxê bi hêviya ku bi hilatina rojê re wê pirsgirêkên tên serê wan biqedin, diçin malên xwe.