Şêniyên Qeladizê li dijî şerekî gengaz daketin qadan

Şêniyên bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperînê ve li dijî îhtîmala rûdana şerê navxweyî ya ji ber nêzîkatiya PDK'ê çalakiyek lidarxistin û daxwaz kirin ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.

Berêvarkî şêniyên bajaroka Qeladizê di nava bazara bajarok de li dijî egera rûdana şerê Kurd li gel Kurd çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, dijminên gelê Kurd di nava hewildanan de ne ku carek din şerê navxwe yê Kurdan derxînin. Ger her aloziyek derkeve wê tevayî alî zererê jê bibînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin erkek exlaqî û olî dikeve li ser milê mamostayên olî ku di xutbeyan de ji gel re diyar bikin ku şerê navxwe malwêranî ye û wê zerere ji bo gelê Kurd.

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji tevayî aliyan hate kirin ku pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin, çek werin bêdeng kirin û gelê Kurd jî rê li derketina şerê navxwe bigre.